Şaredariya Mezin a Mêrdînê di çarçoveya projeya "Xizmeta pirzimanî" de tebaleya kurdî, tirkî, suryanikî û erebî daliqand avahiya xwe ya xizmetê.
Hevseroka Şaredariya Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyolê daxuyaniyek da û got ku bi daliqandina tabelaya 4 zimanî ji bo pêkanîna kêmasiyeke mezin pêngava ewil avêtin.
Akyolê diyar kir ji ber ku li Mêrdînê kesên ji netewe, dîn û çandên cuda ne dijîn, vê projeyê tetbîq kirin. Akyolê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li her kûçe û kolanên Mêrdînê dengên kurdî, erebî, suryanikî û tirkî bilind dibin. Dengê cangoçkê û ya bangê tevî hev dibe. Çand, bawerî û zimanên cuda bi hev re ne. Ev hemû cudahî wekî dewlemendiyek tê qebûlkirin. Qîmeta bihevrebûnê tê zanîn. Kêmasiyeke mezin bû ku heta niha ev xweşikî û dewlemendî li şaredariyê nehatibû nîşandan. Me bi serbilindiyeke mezin pêngava ewil a ji bo pêkanîna vê kêmasiyê avêt."