Bîrlîk ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji bo ku keştiya di filmê de hat bikaranîn ji Panamaya Amerîkayê bînin çiyayê Cudiyê xebatan dikin.
Bîrlîk got ku ew hewl didin ku li çiyayê Cudiyê Parkeke Netewî bê avakirin. Ji bo vê jî serî li Wezareta Turîzm û Çandê dane û wiha axivî:
"Ji ber pirsgirêkên berê li herêma me veberhênan çênedibûn. Hemd ji Xwedê re niha aştî heye. Me jî xwest ku em ji vê aştiyê para xwe hildin. Em fikirîn ku ji bo Şirnexa me tiştekî wiha şert e û me serî li Wezareta Tûrîzm û Çandê da. Em ê vê projeyê pêşkêşî birêz Serokwezîrê xwe bikin."
Bîrlîk got ku çawa ji Yewnanistanê Hespê Truvayê anîn Çanakkaleyê, em ê jî hewl bidin ku keştiya ku di fîlma "Nûh: Tofana Mezin" de hatiye bikaranîn bînin Şirnexê. Heke em bikaribin keştiyê bînin Şirnexê ev ê ji bo Şirnexê gelekî baş be ku bajar bê nasîn."