Cejna qurbanê re çend roj man. Jinên li Agiriyê dijîn ji bo cejnê tendurên sedsalî dadidin û xwarinên herêmî di tenduran de dipêjin.
Jin di tendurên 100 û 150 salî yên ku ji kal û bavên wan mane de ji bo cejnê nanê tendurê, kate û xwarinên herêmî dipêjin.
Jin serê sibê bi zibare tendurê dadidin û heta êvarê kilor, lewaşe, kate û xwarinên herêmî çêdikin.
Nuriye Selçuka 64 salî ya ku gundê Geçîtverena navçeya Avkevirê dijî, ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew jî wek dê û dapîra xwe beriya cejnê nanê tendurê dipêje.
Selçuk wiha axivî: "Em ji şev de hevîrê xwe amade dikin û serê sibê bi banga mela ve em tendura xwe dadidin û nanê xwe dipêjin. Goştê qurbanê bi nanê tendurê ve bi tahm e û ev nan 4 û 5 mehan xirab nabe û dikare bê veşartin."
Ferîde Arslanê behsa çêkirina kateyan û Ayten Kayayê jî behsa çêkirina kiloran kir.