Di atolyeya ku bi alîkariya Qaymeqamtiya Kurtalanê hat vekirin de ji qalikê gûzê, tov, şax, kulîlk û kokên giyayan bi awayekî sirûştî boyax tê çêkirin û bi vê boyaxê jî tayên ku ji mûyê bizinan tên çêkirin, boyax dikin.
Di Atolyeya Xalîçe û Boyaxa Kokê ya Kurtalanê de nêzî 40 kesî meriv dixebitin û bi boyaxên sirûştî bi rê û rêbazên berê tayê xalîçeyan tên boyaxkirin.
Rêvebirê atolyeyê Bayram Demirtaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di sala 1997an de di bin banê Qaymeqamtiya Kurtalanê de hat vekirin û wiha dewam kir: "Di atolyeyê de 600 kes dixebitîn, lê di sala 2008an de ji ber tunebûna karmendên gêhiştî atolye hat girtin. Di sala 2010an de dîsa atolye hat vekirin."
Demirtaş destnîşan kir ku niha di atolyeyê de 40 meriv dixebitin û got ku ji qalikê gûzê, tov, şax, kulîlk û kokên giyayan bi awayekî sirûştî boyax tê çêkirin û bi vê boyaxê jî tayên ku ji mûyê bizinan tên çêkirin, boyax dikin.
Demirtaş diyar kir ku boyaxa kokê bi salan li ber xwe dide û ji ber vê jî her ku diçe bi qîmet dibe û wiha axivî: "Ji ber boyaxa kokê emrê ta dirêj dibe. Xalîçeyên ku bi van tayan tên çêkirin 120 salan li ber xwe didin."
Demirtaş destnîşan kir ku ji herêmên cihê yên Tirkiyeyê madeyên xam berhev dikin û wiha dewam kir: "Em herî zêde ji Denizlî, Uşak, Manîsa, Konya, Afyonkarahîsar, Wan, Bidlîs û Sêrtê peyde dikin."
Demirtaş di berdewamiyê de got ku em ji gelek atolyeyan re ta dişînin.