COLORADO
Fîlma Xewna Perperokê di 15emîn Mihrîcana Fîlmên Navneteweyî ya Moondancê ya ku li bajarê Bouldera Amerîkayê hat lidarxistin de sê xelat girt.
Fîlma ku derhêneriya wê Yilmaz Erdogan kir, xelatên "Fîlma Herî Baş", "Mûzîka Herî Baş ya Fîlman" û "Aktorê Herî Baş" girt.
Xelata "Aktorê Herî Baş" a fîlmê Mert Firat girt.
Rahman Altinê ku mûzîka filmê çêkir daxuyand ku piştî ku fîlm kete vîzyonê ji vir ve fîlm di qada navneteweyî de tê ecibandin û xelatan digre. Altin got ku ew kêfxweş e ku keda wî jî di fîlmeke wiha baş û serkeftî de heye.
Altin dê di mehên pêş de li New York û Los Angelesa Amerîkayê bi Orkestrayên Fîlarmoniyê re konseran bide.
Altin par ji bo Xelatên Oscarê di qada "Mûzîka Herî Baş ya Fîlman" de ketibû nav bîst kesan.