ANKARA - Şenay Unal
Musteşarê Wezareta Turîzm û Çandê Ozgur Ozaslan daxuyanî da nûçevanê AAyê û got ku divê mirov di jiyana civakî de hê zêde bên bal hev û her kes axa xwe nas bike. Ozaslan dest nîşan kir ku bi saya pêvajoya çareseriye êdî di nav rewşeke rehettir, bêendîşe û bêstres de hevdîtinên çandî pêk tên.
Ozaslan diyar kir ku wek herêmên din Herêma Rojhilat û Rojhilata Başûr jî ji hêla dîrok û çandê ve pir dewlemend in û axaftina xwe wiha domand: "Wezareta me ji bo ku nirxên dîrokî û çandî biparêze gelek xebatan dike. Gav tên avêtin ku li Riha û Hatayê jî wek Mûzeya Mozaîk a Zeûgmaya Entabê hin mûze bên çêkirin. Em dixwazin ku li Wanê jî Mûzeya Urartuyê çêkin. Di çarçoweya Plana Çalakî a Turîzmê ya 2007-2013 û Stratejiya Turîzmê ya Tirkiyê ya 2023an de, Herêma Rojhilat û Rojhilata Başûr jî di nav de wê li gelek herêman turîzm pêşde here. Em 170 projeyî gav bi gav bi rê ve dibin."