ANKARA
Perçeyên hestiyê helbestvan Pablo Nerudayê ku Xelata Edebiyatê ya Nobelê hilgirtibû ji bo ku test li ser bê kirin wê bişînin Îspanyayê.
Li gor nûçeya BBCyê tê îdia kirin ku Neruda di dewra dîktarorê Şîliyê General Augusto Pinochet hate jehr kirin. Piştî 40 salan dadgehê destûr da ku di 8ê avrêlê de ew ji gora wî bê derxistin û perçeyên ku ji cinazê wî hatine hildan bişînin Îspanyayê.
Jixwe lêkolîn li ser perçeyên ji cinazê wî hatine hildan li Amerîkayê tê kirin.
Li gor encamên ewil dixuyê ku Neruda ji pençeşêra prostatê miriye. Lê dîsa jî ji bo ku bê fêm kirin ka ew hatiye jehrkirin an na divê hin testên bi hurgilî bên kirin.
Biraziyê helbestvanê navdar Rodolfo Reyles got ku lêkolînê him li bajarê Carolinê ya Amerîkayê û him jî wê li Zanîngeha Murcîa ya li Îspanyayê bê kirin.
Pablo Neruda sîyasetvanekî Şîlî yê navdar bû û 12 roj piştî derbeya leşkerî ya ku Pinochetê bû serok, 23ê îlonê di sala 1973an de miribû.
Ajovan û alîkarê Neruda Manûel Araya îdiaya jehkirinê kiribû. Araya gotibû roja ku Neruda li nexweşxanê mir, beriya bimre telefonî min û jîna xwe kir û got ku bijîşk dema ku ez di xew de bûm dermanek bi derziyê li min xist.