DIYARBAKIR
Medîne Kaplana li navçeya Erganiyê ya Diyarbekirê dijî, di sala 1987an de dibistana amadeyiyê qedand lê ji ber astengiyan dewam nekir. Kaplanê piştî 26 salan ezmûna zaningehê qezenc kir û gihişt armanca xwe.
Medîne Kaplan 45 salî ye û li gundê Selmanê ya girêdayê navçeya Erganiyê dijî. Kaplanê ji bo xwedîkirina dê û bavê xwe dev ji xwendinê berda. Lê piştî 26 salan xebitî, kete ezmûnê û ezmûn qezenc kir."
Kaplana ku bavê xwe yê kal Abdûlbakî Kaplanê 76 salî xwedî dike, diyar kir ku ji ber astengiyan nekarîbû biçe dersxaneyê. Lê ji xwe re pirtûk sitendin û li malê dest bi xebatê kir û ket ezmûnê. Di ezmûnê de 292 pûan standin û Beşa Teknolojîya Xurek ya Zanîngeha Korkutata ya Osmaniyeyê qezenc kir.