Elif Orhan
03 Îlon 2019•Rojanekirin: 09 Îlon 2019
Li Erxaniya navçeya Diyarbekirê Tûma Çayonuyê ya ku lê şopên dewra neolîtîk hene bi kolanan dîrokî ronî dike.
Çayonu yek ji wan cihan e ku lê cara ewil ji jiyana koçber derbasî xwecihiyê bûne û çandinî hatiye kirin û ji ber vê balê dikşîne.
Li tûmê "Avahiya Biqoq" a ku tê da hestî û qoqên ji 400î zêdetir mirovî heye, avahiya bimozaîk, "Avahiya Terrazo" derxistin holê û dîroka wê digihêje 10 hezar sal beriya niha û ji bo şaristaniya dinyayê gelekî girîng e.
Kolanên arkeolojîk di sala 1964an da dest pê kirin û di sala 1991ê da ji ber ewlehiyê navber danê û piştî 24 salan 4 sal berê dîsa dest pê kirin û kolan îsal bi ekîbeke 29 kesî tê kirin.

- Pêşiyê pergala betonê "teknîka Terezzoyê"
Doç. Dr. Asli Erîm Ozdogana Seroka Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Onsekîz Martê ya Çanakkaleyê ya ku serokatiya kolanan dike daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku hedefa wan ew e ku Çayonu bibe muzeya vekirî.
Ozdoganê diyar kir ku Tûma Çayonuyê bi stratîgrafiya xwe ya dirêj û ji ber ku pêvajoya neolotîk bênavber nîşan dide cihekî gelekî girîng e.
Ozdoganê qal kir ku li Mezopotamyaya bakur cî û warekî evqas demdirêj tune û da zanîn ku di kolanan da qadên ku bi teknîka dibêjinê "terezzo" hatine çêkirin dîtin.
Ozdoganê ev gotin:
"Bi termînolojiya îro em dikarin ku bibêjin 'beton', binê mekaneke hundir a fireh bi teknîka rijandinê tê sewaxkirin. Li vir cara ewil kils tê tefandin û tê çikirin. Kevirên kilsê yên cuda tên bikaranîn. Binê wî bi micira spî tevîhev e û cî bi cî qalindahiya blokajê digihêje 50 santîmêtroyê û kevirê kilsa sor rijandine serê û bingeh çêkirine. Li Tûma Aşikliyê ya Aksarayê û Eyn Xazala li Urdinê jî teknîkeke manend hatiye bikaranîn lê yek ji wan jî di vê qalîteyê de nînin."
- "Dîroka kankeriyê bi Çayonuyê dest pê dike"
Ozdoganê got ku "Dîroka kankeriyê ya dinyayê bi Çayonuyê dest pê dike" û qal kir tesbît kirin ku cara ewil li vê herêmê paxir nîvgermî kirine yan jî bi wayekî sar lê xistine, amûrên zirav bi kar anîne û morî û xişir çêkirine.
- "Em sepanên goran ên cuda jî dibînin"
Ozdoganê bi bîr xist ku mala gor a ku dibêjinê "Avahiya Biqoq" a ku tê da hestî û qoqên ji 400î zêdetir mirovî hatine depokirin berê niha derxistin holê û wiha axivî: "Em di vê malê da sepanên goran ên cuda dibînin. Li dinyayê hê avahiyeke wekî mala gor a biqoq a li tûmê yan jî avahiyeke ku ji bo rîtuelên bi vî awayî hatiye veqetandin tune. Mala gor ji bo gelê herêmê yê ku wê heyamê wir jiyana agahî bên bidestxistin çavkaniyeke girîng e."
- Cihê Çayonuyê yê dîrokê da
Çayonuya li bakurê Diyarbekirê ya li Deşta Erxaniyê ku li kêleka Çemê Dîcleyê ye û wir merhaleyên bicîbûnê yên ku ji BZ.ê 7500î dest pê dikin hene di sala 1963an da hat keşifkirin. Dr. Halet Çambel û Prof. Dr. robert J. Braîdwood kolanên ewil dan destpêkirin. Tûmeke nêzî Sesverenpinarê (Hîlar) ye û navê wê yê berê Kotaberçem e (Çayboyu) û ji beriya dîrokê maye. Li dora tûmê şikeftin biresm û bêresm, malên ku dîwarên şikeftan hatine bikaranîn û wisa hatine çêkirin hene. Li gor arkeolojiyê cihê ewil e ku lê çandinî hatiye kirin. Li Çayonuyê bi qasî 10 hezar sal berê cî û warbûnên ewil çêbûne seranserê 6000 salî avahiyên wekî kûlubeyên bi plana gilover, plana izgara, bi kevir hatine raxistin hatine dîtin.