ŞANLIURFA
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrikulu, der barê hestî û kiloxên ku di kolandina înşaatekê de hatibûn dîtin de diyar kir ku wê pirsnameyê bidin meclîsê û mîjarê teqîp bikin.
Wekî ku tê zanîn li Taxa Ayvanata girêdayî navçeya Sîverekê di kolandina înşaatekê de hestî û kilox hatibûn dîtin. Tanrikulu çû cihê bûyerê û ragihand ku bi saya çapemeniyê ji mijarê haya wî çêbûye.
Tanrikulu îdia kir ku hestî û kilox yên mirovan in û wiha dewam kir: "Ez ji bo ku ji dozgerê komarê agahiyan bistînim, hatim navçeyê. Temenê hestiyên hatin dîtin, hêj nehatiye tespîtkirin."
Tanrikulu got: "Em dê pirsnameyê bidin meclîsê û mijarê teqîb bikin."