05 Mijdar 2015•Rojanekirin: 06 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Li 22 taxên Licê û Haniya navçeyên Diyarbekirê, qedexeya derketina derva bi dawî bû.
Walîtiyê daxuyand ku ji bo ku endamên rêxistina terorê PKKyê bên girtin, li taxa Tûraliya Jorîn, Şabek û Damlatepeya ser navçeya Hanî û li taxa Bîrlîk, Şenlîk, Akçapinar û Tûzlakoya ser navçeya Licêyê operasyon kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin li 14 taxên Hanî û 8 taxên jî Licêyê operasyon ji bo ewlehiya can û malê gel bê parastin tên kirin û duh ji saet 17.00an pê ve biryar hat dayîn ku derketina derve bê qedexekirin. Walîtiyê daxuyand ku ev qedexe ji saet 05.00an pê ve bi dawî bû.