23 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
ÎSTANBUL
Vê hefteyê 2yên wan xwemalî bi tevahî 6 fîlm tên vizyonê.
Fîlma "Eşqa Bêdawî" ya ku derhênerê wê Ahmet Katiksiz e û Fahriye Evcen, Murat Yildirim, Fatîh Al û Fîlîz Ahmet tê da dilîzin tê ber temaşavanan.
Di fîlma ku sanarîsta wê Denîz Akçay Katiksiz e da Fahriye Evcen di rola "Zeynep"ê da Murat Yildirim jî di rola Can ê cerahê profesor da dilîze.
Di fîlmê da qala eşqa du kesên ku tu dibê tu eleqeya wan bi hev ra tune dike.
- "Gamasiya Sipî"
Di fîlma "Gamasiya Sipî" ya ku derhênerê wê A. Uygur Ozturk e da Guneş Sayin, Umut Karadag, Kaan Urkmez, Efe Karaman û Erden Alkan dilîzin.
Di fîlma cureya dramê da qala têkiliya Alî û Vahapê ku berê dijmin in û paşê dibi hevalên hev dike.
- "Jiyan"
Di fîlma "Jiyan"ê ya ku derhênerê wê Daniel Espinosa ye da Jake Gyllenhaal, Rebecca Ferguson, Ryan Reynolds, Hîroyukî Sanada, Olga Dîhovîchnaya û Ariyon Bakare dilîzin.
Di fîlma cureya zanistê da qala çîroka 6 kesên ku li îstasyona nevneteweyî ya Marsê wezîfeyê dikin û tiştekî yekhucre dibînin dike.
- "Otoban"
Di fîlma "Otoban"ê ya ku derhênerê wê Eran Creevy ye da Nîcholas Hoult, Felîcity Jones, Ben Kîngsley û Anthony Hopkîns dilîzin.
Di fîlma aksiyonê da qala çîroka ciwanekî ku piştî diziyeke serneketî ji serokê çeteyê direve dikin.
- "Davîd Lynch: Hunera Jiyanê"
Di belgefîlma "Davîd Lynch: Hunera Jiyanê" ya ku DYA û Danîmarkayê bi hev ra çêkirin da qala çîroka zaroktî û ciwantiya Davîd Lynchê derhênerê ku 4 caran bibû namzedê Oscarê dikin.
- "Power Rangers"
Di fîlma "Power Rangers"ê ya ku derhênerê wê Dean Israelite ye da Dacre Montgomery, Bîll Hader, Naomî Scott û Ludî Lîn dilîzin.