09 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
ÎSTANBUL
Vê hefteyê 2 jê xwemalî 6 fîlm li salonên sînemayên Tirkiyeyê dikevin vîzyonê.
Fîlma yekê "Kong: Tasa Serî (Kafatasi Adasi)" ye. Derhênerê wê Jordan Vogt Roberts e û lîstikvanên wê Tom Hiddleston, Samuel L. Jackson, Bride Larson, Toby Kebbell, Thomas Mann û John Goodman e.
Senaryoya wê aîdê Derek Connolly, Max Borenstein û Dan Gilroy e. Di fîlmê da grûbek lêkolîner li Pasîfîkê giravekê keşif dikin û rastî tehbayên dêw tên. Cureya fîlmê aksiyon û macera ye.
- "Neruda"
Derhênerê fîlma "Neruda"yê jî Pablo Larrain e û Gael Garcia Bernal, Luis Gnecco, Mercedes Moran, Alfredo Castro, Pablo Derqui, Mercedes Moran û Emilio Gutierrez Caba tê da dileyîzin.
Senaryoya wê ya Guillermo Calderon e û tê da behsa mifettişekî dike. Helbestvanê Pablo Nerudayê ku xelata Nobelê wergirtiye, ji ber tevî Partiya Komunîst bûye, li welatê xwe qaçax e. Mifettiş jî peyê dikeve ku bigre.
- "Evîndarê Dîn (Delî Aşiq)"
Derhênerê fîlmê Murat Kaman û Murat Dundar e. Emrah Kaman, Pelîn Akîl, Şafak Pekdemir, Toygan Avanoglu, Cem Yilmaz, Zafer Algoz û Hakan Altun jî tê da dileyîzin.
Di vê fîlma komediyê da qala bûyerên kenê yên tên serê Ekremê berfeşirfiroşê ku ji bo têkeve çavê Neşeya ku dilê wî ketiyê dikin.
Di fîlma ku Cem Yilmaz jî ji çêkerên wê ye da Yilmaz di rola psîkologekî da wek lîstikvanê mêvan dilîze.
- "Perde Eynê Cin"
Di fîlma Perde Eynê Cin a ku derhênerê wê Edîz Gunay e da qala çîroka kesekê ku piştî emeliyatê êdî tiştên din jî dibîne dikin.
Di vê fîlma tirsê da lîstikvanên wek Nurhayat Ertetîk, Orkun Ozen, Ugur Donmez, Fîlîz Ger û Burcu Ayhanê dilîzin.
- "Qebîliyeta Super"
Di fîlma Qebîliyeta Super a ku derhênerê wê Ash Brannon e da qala serpêhatiyên Bodiyê ku ji bo bide pey xeyalên xwe ji navçeyê diçe dikin.
Di vê fîlma anîmasyonê ya ku li DYAyê hatiye çêkirin da leheng bi dengê Ayhan Kahya, Alî Çorapçi, Ziya Kurkut, Azîz Gungor u Selçuk Kipçak xeber didin.
- "Pêlên Kêfxweş: Dalgamanya"
Di fîlma "Pêlên Kêfxweş: Dalgamanya"yê da dîsa qala penguenan dikin û derhênerêya anîmasyonê jî dîsa Henry Yu dike.
Di fîlmê da leheng bi dengê Ahmet Taşar, Sînan Dîvrîk, Selay Taşdogen, Oguz Toydemîr û Ugur Aslanoglu diaxivin.