21 Mijdar 2015•Rojanekirin: 22 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Piştî ku PKKya rêxistina terorê dest bi êrîşên li nav bajaran kir bi hezaran malbatî ji tirsa canê xwe koç kir.
Li bendê bûn ku di Pêvajoya Çareseriyê da dev ji çekan berde lê belê rêxistinê êrîşên xwe yên li nav bajaran zêde kir, bi hendek, barîqat, teqemenî û brandayan va guh neda jiyana welatiyan û êrîşên xwe domand û ji ber vê yekê jî welatî cî û warên xwe terk dikin.
Ji ber êrîşên terorîstan malbatên feqîr jî di van hewayên sar da xaniyên xwe yên germ diterikînin û zarokên xwe va derdikevin rê.
Malbat diçin navçe û bajarên din û hin malbat jî diçin cem eqrebeyên xwe yên li taxên ewledar.
Bi hezaran malbat bûn mexdûrê terorê
Li Sûr û Sîlwana navçeyên Diyarbekirê, Cizîre û Silopiya navçeyên Şirnexê û Nisêbîna navçeya Mêrdînê bi hezaran malbatî ji ber êrîşan cî û warên xwe terk kir.
Ji ber êrîşên terorê xetên av, ceyran û kanalîzasyonê zirar dîtin, ji ber hendek û barîqatên li ser rêyan sergo nayên temîzkirin û ev jî mexdûriyeta welatiyan mezin dike.
Li Sûr û Sîlwana navçeyên Diyarbekirê êrîşên terorê malbatên feqîr mexdûr kirin.
Welatiyên ku li navçeya Sûrê dijîn ji ber êrîşan bertekê nîşanî terorîstan didin.
Bi sedan malbatên ku li Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmaza taxên Sûrê dijîn koçî navçeyên din kirin.
Piraniya malbatên ku li Tekel, Qonax û Mescîta taxên Sîlwanê dijîn mecbûr man û koç kirin.
Diçin taxên ewledar
Mixtarê Karşiyakaya taxa Silopiya navçeya Şirnexê Ahmet Okten daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber bûyerên terorê gelek malbatan koç kir.
Okten destnîşan kir ku welatî koçî gundên dorberê, taxên Cumhuriyet, Dîcle û Ofêsê ya ku lê bûyer naqewimin dikin û wiha got: "Kêmzêde 20 hezar malbatên ku li taxên Şehît Harun Boy, Karşiyaka, Yêşîltepe, Barbaros, Başak, Nuh, Cudî û Yenîşehirê jiyana xwe didomandin ji ber hendek û barîqatan koç kirin."
Okten wiha pê da çû: "Taxên ku lê hendek hatine vedan û barîqat danîne ser rêyan taxên herî qerebalix in. Em bi rewşeke girîng ra rûbirû mane. Heke wiha dewam bike nifûsê navçeya me yê zehf kêm be. Em wek mixtaran dixwazin ku bira demildest hizûr bê van deran. Em dixwazin di rewşeke ewledar da bi rihetî xizmetî gelê xwe bikin."