Abdullah Tel
01 Sibat 2018•Rojanekirin: 03 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Li salonên sînemayê yên çar aliyê Tirkiyeyê 4 jê biyanî bi tevahî 7 fîlmê bikevin vîzyonê.
- "Xerîbê/a di bêrika min da"
Fîlmê "Xerîbê/a di bêrika min da" ku Serra Yilmaz ji ber "Perfetti Sconosciuti"yê fîlma Îtalyayê derxist û derhênerî kir wê bê pêş temaşevanan. Di fîlmê da Belçîm Bîlgîn, Bugra Gulsoy, Çaglar Çorumlu, Leyla Lydia Tugutlu, Serkan Altunorak, Şebnem Bozoklu û Şukru Ozyildiz dileyîzin. Di fîlmê da 7 heval ji bo şîvê tên bal hev û dest bi lîstikekê dikin û her ku diçe tevliheviya têkiliyên xwe dibînin.
- "Kaniya ji me çêtiran"
Fîlm bi derhêneriya Tuncer Gurbuz hat kişandin û lîstikvanên wek Mustafa Kaya, Îlayda Ozdoga, Yaşar Aydinlioglu, Ece Baykal, Mehmet Tanriover, Yavuz Çetîn, Gulten Kesgîn û Cengîz Demir Ozturk dileyîzin da piştî tiştên tên serê xwîşk û birayekî gund tê lenetkirin û çîrok wisa dewam dike.
- "Perçewesle"
Di fîlma Fatîh Akin ê "Perçewesle" ya xelata Kureya Zêrîn qezenc kir da qala çîroka jineke ku mêr û sebiyê wê di êrîşeke terorê ya li Hamburga bajarê Almanyayê da hatin kuştin dike. Jin bi tena serê xwe ji bo pêk hatina edaletê hewl dide fîlm jî bi taybetî li ser vê mijarê disekine. Di fîlma cureya wê dram e da Diane Kruger, Numan Acar, Johannes Krisch, Ulrich Tukur, Ulrich Brandhoff û Denis Moschitto cih digirin.
- "Dema herî tarî"
Di fîlmê Gary Oldmanê namzedê xelata Oscarê ye da behsa jiyana siyasetmedarê Brîtanyayî Winston Churchill tê kirin. Churchill piştî dibe serokwezîr di demeke kurt da gelek pirsgirêkên divê çareser bike tên pêş û di fîlmê da qala wê hewlê tê kirin.
- "Sê Billboard Derketina Ebbîngê, Missouri"
Martin McDonaghê bi fîlmên "Li Brujê" û "Heft Psîkopat" tê zanîn di fîlma xwe ya sêyemîn "Sê Billboard Derketina Ebbîngê, Missouri" da qala jinekê dike ku ji bo qefaltina kujerê qîza xwe li hemberî hêzên ewlehiyê yên herêmî çawa li ber xwe dide.
Di fîlma ji bo Oscarê "Fîlmê Herî Baş" û Lîstikvana Jin a Herî Baş" jî nav da di 7 beşan da wekî namzed hat pêşkêşkirin lîstikvanên wek Frances McDormand, Woody Harrelson, Sam Rockwell, Abbie Cornish, Peter Dinklage, Caleb Landry Jones, Lucas Hedges, John Hawkes, Zeljko Ivanek, Kathryn Newton û Kerry Condon hene.
- "Foxtrot"
Derhênerê fîlma "Libnan"ê Samuel Maozê ku bi wê berhema xwe di qada navneteweyî da bi nav û deng bû di fîlma xwe ya "Foxtrot"ê da jî bal kişandiye ser halê malbateke ku kurê wan ê li esker mereq dikin.
Fîlm bi şirîkatiya Îsraîl, Almanya û Fransayê hatiye kişandin û wek lîstikvan jî Lior Ashkenazi, Sarah Adler, Yonaton Shiray û Shira Haas dileyîzin.
- "Qîza Bavê Xwe"
Di fîlmê Melîsa Uneriyê kişand da qala keçeke xama ya cahil a ku li Fînlandiyayê dijî tê kirin. Keçik li bavê xwe hêrs dibe û radibe tê Tirkiyeyê û mijara fîlmê jî di vê çarçoveyê da ye.