Nihat Kavşut
31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê jin dîroka bajarê qedîm ku mazûvaniya gelek medeniyetan kiriye li ser camê dineqişînin.
Li Diyarbekirê jin Nava Sûrê, Birca Bizina ya 7 hezar salî, Pira Dehderî ya dîrokî û sûrên di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê da cî digirin û Mizgefta Mezin, Mizgefta Hz. Silêman ya 27 sehabeyên şehîd tê da veşartîne û gelek mekanên dîrokî li ser camê dineqişînin.
Leyla Lutfiye Acara li qursê ders dide daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir jin dîroka Diyarbekirê li ser camê dineqişînin.
Acarê diyar kir jinên li qursê dersê dibînin kar hîn dibin û got ji bona wan jî dibe derfeteke baş.
Leyla Lutfiye Acarê diyar kir gelek jinên ku xwendin û nivîsandina wan tuneye qabiliyeta wan ya neqişandin û resimandinê heye.
Îlknur Demiraya Kordînatora Alîkariya Projeyan ya Qaymeqamtiya Sûrê destnîşan kir qursên kar û hobiyê didin jinên 15-55 salî.
Bîrsel Guldaliya 5 zarokên wê hene û tê qursê destnîşan kir dixwazin ji vê hunerê pere qezenc bikin û got di serî da ji min ra zor hat, Lê niha ciyên dîrokî yên Diyarbekirê li ser camê dineqişînim.
Demet Surmeliyê jî destnîşan kir her ku li tiştên çêdike dinihêre kêfxweş dibe û got ez dikarim gelek tişt çêkim û xwe pêşva bibim.