İbrahim Atmaca
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
ANKARA
Wezareta Çand û Tûrîzmê plan dike ku di heyama pêş da 10 berhemên herî girîng ên edebiyata Kurdî wergerîne Tirkî û ligel Kurdiya wan biweşîne.
Di nav berhemên ku wê werin weşandin da Yûsuf û Zuleyxaya Selîmê Hîzanî jî heye. Ev berhem di sala 1759an da hatiye nivîsandin û piştî Mem û Zînê duyemîn mesnewiya Kurdî ye.
Wezaretê cara ewil di sala 2010ê da "Mem û Zîn"a Ehmedê Xanî, di sala 2012an da "Dîwan"a Mela Ehmedê Cizîrî, di sala 2014an da "Dîwan"a Feqiyê Teyran, di sala 2015an da jî "Mewlûda Nebî" ya Mela Huseynê Bateyî çap kiribû.
Piştî van berheman berhema "Bilûra Ruhê Pîroz" a Suryanîkî-Aramî hatibû çapkirin.
Wezaretê ji bo berdewamiya çapkirina pirtûkên Kurdî lîsteyeke nû amade kir.
Li gor lîsteya ku hat amadekirin, di heyama pêş da 10 berhemên Kurdî wê werin çapkirin
Li gor xebat û plana Midûriya Giştî ya Pirtûkxane û Weşanê, di nav lîsteya berhemên ku wê werin çapkirin da berhema "Yûsuf û Zuleyxa"ya Selîmê Hîzanî di rêza yekê da ye.
"Dîwana Perto Begê Hekkarî" ku ji 194 helbestan pêk tê jî di nav berhemên ku wê werin çapkirin da ye. Perto Begê Hekkarî jî di edebiyata Kurdî da kesekî girîng e û di sedsalên 18 û 19emîn da jiyaye û dîwana xwe bi zaravayê Kurmancî nivîsiye.
Her wiha berhema dîroknasê Kurd Mela Mehmûdê Bazîdî ya "Adat û Rusûmatnameê Ekradiye" jî di lîsteyê da heye. Bazîdiyê ku di sedsalên 18 û 19emîn da jiyaye di berhema xwe da qala adet, bawerî, kevneşopî, xwarin, vexwarin, rabûn û rûniştina Kurdan dike. Wekî din di lîsteyê da ji şairên sedsala 19emîn "Dîwana Şêx Ehmed Feqîr" û "Dîwan"a Şêx Şemsedînê Exlatî ku di sedsala 16 û 17emîn da jiyaye jî heye.
"Dîwan"a Seyîd Eliyê Findikî ku di navbera salên 1892-1967an da jiyaye, "Dîwana Hadî" ya Mela Mihemedê Liceyî, "Dîwana Wedaî" ku ji 37 helbestên Kurdî, 68 helbestên Farisî pêk tê, "Seyful Milûk û Bedîul Cemal"a Siyahpoş û "Dîwana Fethî" ya Mela Ebdulfetahê Hezroyî ku di salên 1892-1975an da jiyaye jî di lîsteya wezaretê da ye.
Wezaret berhemên Edebiyata Klasîk ya Kurdî piştî wergerandin, latînîzekirin, krîtîk, nirxandin û redaksiyonê çap dike.
Berhem Kurdî û ligel wergera wan ya Tirkî tên çapkirin.