09 Sibat 2017•Rojanekirin: 09 Sibat 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Merasîma Xelatên Taybet a Wezareta Çand û Tûrîzmê ya li Kuliyeya Serokomariyê da axivî û da bibîrxistin ku di 2016an da di warê muzîkê da Xelata Taybet, Nesrîn Sîpahiyê wergirt û wiha got, "Ji ber ku me ji zaroktiya xwe vir va Nesrîn Xanim guhdarî dikir, îro adeta me çîroka jiyana xwe bi awayekî zindîtir anî rojevê."
Erdogan diyar kir ku di warê helbest û wergerê da Cahît Koytak, di warê şanoyê da jî Kenan Işikê ku par bi awayekî giran nexweş ket û tedawiya wî hê didome, xelat wergirtin.
"Divê em kêmasiyên xwe temam bikin"
Erdogan diyar kir ku di warê wêjeyê da Mehmet Dogan û herwiha wekî dezgeh jî Muzeya Dîroka Zanist û Teknolojiyê ya Îslamê dê xelat werbigirin û herwiha Erdogan, ji ber ku li welat muze ava kir, spasiya Prof. Dr. Fûat Sezgîn kir.
Serokomar Erdogan wiha xeberda, "Çawa ku ez car caran dibêjim, mixabin xeleka herî qels a veguherîna ku di nava van 14 salên dawîn da li welatê me çêbû, perwerde û çand e. Ez fewqelade xemgîn im ku di van mijaran da em negihane asta ku ez xeyal dikim. Ev, xwerexnekirinek e, lê rastiyek e. Emê di serdema pêşiya xwe da giraniya xwe û pêşaniyê bidin van qadan û emê kêmasiya xwe temam bikin. Divê em serkeftinên pir mezin bi dest bixin û vê kêmasiya xwe temam bikin."