DIYARBAKIR
Li Tirkiyeyê bi verastkirinên qanûnî Kurdî êdî di her qada jiyanê de cih digire.
Axaftina Kurdî, perwerdedîtina bi Kurdî û xweparastina bi Kurdî bi salane qedexe bû, lê bi saya verastkirinên qanûnî astengiyên li ber Kurdî yek bi yek hatin rakirin.
Gavên ku di qadên perwerde, civakî û çandî de hatin avêtin, verastkirinên ji bo bi zimanê zikmakî perwerde, weşan, mafê xweparastinê hatin kirin derfet da ku Kurdî bi awayekî azad di her qada jiyanê de bê bikaranîn.
Li Heremên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di lewheyên nexweşxane, şaredarî û saziyên bi vî rengî de ji bilî Tirkî, Kurdî jî tê bikaranîn.

Di zanîngeh, qursên taybet û pêşdibistanan de perwerdeya Kurdî tê dayîn. Di mekanên wek kafe û şahiyan de jî dengê muzîka Kurdî tê.
- "Li Tirkiyeyê 'Enstîtûya Zimanên Zindî' hat avakirin"
Di sala 2003an da maddeya eleqedar ya Qanûna Nifûsê hat guherandin û rê li ber malbatan hat vekirin ku ew kîjan navî bixwazin bidin zarokên xwe.
Di sala 2009an de bi guherîna destûrnameyê ji bo ku girtî û mehkûmên di girtîgehan de bikaribin bi eqrebayên xwe ra bi zimanê xwe biaxivin guherîn hat kirin. Mewzuat hat guherandin ku bersûc di parastina xwe de kîjan zimanî bixwazin bi wî zimanî xwe diparêzin.
Di zanîngehan de ji bo ku bi ziman û zaravayên din lêkolînên akademîk bên kirin guherîn hatin kirin ku enstîtû bên vekirin û dersên hilbijartî bên dayîn. Cara ewil di sala 2009an de li Zanîngeha Mardîn Artukluyê Enstîtûya Zimanên Zindî hat vekirin. Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Erebî, Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Suryanî, Bernameya Lîsansa Bilind a Ziman û Çanda Kurdî û Bernameya Lîsansa Bilind a Ziman û Çanda Suryaniyan di bin banê vê enstîtûyê de dest bi perwerdeyê kirin.
Li Zanîngeha Bîngolê jî Enstîtûya Zimanên Zindî hat vekirin. Di vê Zanîngehê de Şaxa Makezanista Ziman û Edebiyata Kurdî ya ku ji Bernameya Lîsansa Bilind a Bitêz û ya Bêtêz pêk tê dest bi perwerdeyê kir. Şaxa Makezanista

Ziman û Edebiyata Kurdî ya ku girêdayî Fakulteya Fen Edebiyatê ye jî di zanîngehê de dest bi perwerdeyê kir.
Li Zanîngeha Muş Alpaslanê di bin Enstîtûya Zanistên Civakî Şaxa Makezanista Ziman û Edebiyata Kurdî, di bin banê Fakulteya Fen Edebiyatê jî Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî hat vekirin.
Di bin banê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Tunceliyê de jî Beşa Ziman û Edebiyatên Rojhilatê, Ziman û Edebiyata Zazakî, Şaxa Makezanista Ziman û Edebiyata Kurmancî, Şaxa Makezanista Ziman û Edebiyata Erebî hat vekirin.
Li Zanîngeha Dicleyê jî di bin banê Enstîtûya Zanistên Civakî Şaxa Makezanista Ziman û Edebiyata Kurdî hav avakirin.
- Astengiyên li ber propagandayên siyasî hatin rakirin
Di sala 2010an da ji bo partiyên siyasî astengiyên li ber propagandayên siyasî hatin rakirin.
Cara ewil di kataloga parlamenteran ya endamên heyama 24emîn a Meclisê nîşan dide de ji bilî zimanên din agahiyên der barê parlamenteran de bi Kurdî jî agahî hat nivîsandin. Di saziyên kamuyê de ji bo welatiyên Tirkî nizanin tercumanên Kurdî dizanin hatin wezîfedarkirin.
Walîtiya Diyarbekirê di navenda bangê de ji bo ku bi welatiyên Tirkî nizanin re bê pirsgirêk bê axaftin xebatkarên bi Kurmancî û Zazakî dizanin wezîfedar kirin.
Bi guherîna rêziknameyê va di dibistanan de sirûda xwendekaran ji holê hat rakirin. Ji bo ku navê berê yê cih û waran car din bê bikaranîn navê hin cihan wek navên wan ên berê va hatin guherandin. Aydinlara navçeya Sêrtê wek Tîllo hat guherandin.
- Berhemên Kurdî hatin weşandin, lîstikên Kurdî li ser şanoyê hatin lîstin
Wezareta Çandê dest pê kir û hin berhemên girîng ên ziman û edebiyata Kurdî ên wek "Mem û Zîn" çap kirin. Midûriya Giştî ya Şanoyên Dewletê li hin bajaran bi Kurdî lîstikên şanoyê hatin lîstin. TRTê bi navê "TRT XEBER"ê bi Kurdî malpereke nûçeyan vekir. Bi xebata hevpar a TRT û Walîtiya Diyarbekirê albumeke ku ji stranên Kurdî pêk tê, hat amadekirin. Lijneya Piştgiriya Sînemayê ya Wezareta Çand û Tûrîzmê cara ewil piştgiriya madî da fîlma bi navê "Du Ziman Baholek (İki Dil Bir Bavul)" ku tê da gelek diyalogên Kurdî hene. Di TRT Kurdiya ku bi Kurdî weşanê dike da bernameya mewlûda Kurdî hat weşandin.
Di çarçoveya mufredata Lijneya Telîm Terbiyeyê da di pergala perwerdeyê ya 4+4+4ê da ji bo xwendekarên ku tercîh bikin di hefteyê da 2 saet dersa Kurdî tê dayîn. Di dewra serokwezîrtiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da bi Pakêta Demokratîkbûnê va li dibistanên taybet rêya perwerdeya bi ziman û zaravayên cuda vebû, qedexeya li ser herfên "x, q, w" hat rakirin.
- Ji AAyê xizmeta xeberên Kurdî
Ajansa Anadoluyê ji 1ê Îlona 2013an pê va zimanê Kurdî jî li ser zimanên weşanê zêde kir û dest pê kir û ji aboneyên xwe ra nûçeyên Kurdî servîs kir.
- "Em li kreşê xizmeta Tirkî û Kurdî didin"
Di Kreşa Zarokistanê ya bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê da bi Kurdî xizmet tê dayîn. Ruken Açikgoza ku di kreşê da mamoste ye, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew bi perwerdeya pêşdibistanê va ji zarokan ra rêbertiyê dikin ku seba jiyanê xwe amade bikin.
Açikgozê diyar kir, ew têgeh, jimar, reng û dirûvên Kurdî fêrî zarokan dikin û wiha got, "Em li kreşê xizmeta Tirkî û Kurdî didin."

- "Hikûmetê di vê mijarê da hewl da"
Omer Aricayê ku li Yenîşehira navçeya navend a kafeya wî heye jî got ku wan navê kafeya xwe danî "Dayza" ku di Zazakî da tê meneya apo û diyar kir, bi verastkirinên ku salên dawîn hatin kirin va ew êdî dikarin navên bi Zazakî li dezgehên xwe bikin.
Arica diyar kir ku ew li kafeyê muzîka zindî jî didin guhdarîkirin û meriv êdî bi rehetî dikarin bi Kurdî muzîkê guhdar bikin.
Arica wiha axivî:
"Hikûmetê di vê mijarê da hewl da. Bi xêra xebatên wan niha însan bi zimanê xwe yê zikmakî dikarin xeberdin. Li dezgehên fermî xizmeta Kurdî didin kesên ku bi Tirkî nizanin. Dê û bavên me ji ber ku bi Tirkî nizanin bi Kurdî xizmeta wan tê kirin. Gelekî kêfa mirov bi vê yekê ra tê. Beriya niha pir kêşe derdiketin. Mirov berê nikaribû bi asanî bi Kurdî biaxive, muzîka Kurdî guhdarî bike, ji ber ku qedexe bû. Xebatên hikûmetê yên di vê mijarê da pir qenc in."
- "Ji ber ku min bi Kurdî stran got, ez ji kar hatibûm avêtin"
Hunermendê Muzîka Gelêrî ya Tirkî Alî Aktaş jî diyar kir ku ew bi Tirkî, Kurdî, Erebî û Farisî sitranan dibêje û der heqê Kurdî da ji berê pirtir verastkirin hatin kirin.
Aktaş wiha xerberda, "Xwedê ji wan razî be, niha li ser şaşeyên têlevîzyonan der heqê çanda Kurdî da belgefîlm hene. Bo nimûne, di TRT Kurdiyê da şair û wêjekarên navdar ên serdema kevn ên herêmê tên nasandin. Bi saya TRT Kurdî em fêrî çanda xw bûn."
Aktaş diyar kir ku berê emilandina peyva "Kurd" jî qedexe bû, lê niha welatî êdî dikarin navên Kurdî li zarokên xwe bikin, helbestan binivîsin û belgefîlman çêbikin.
Aktaş bal kişand ku bi taybetî di warê çandê da mafên pir baş ji bo Kurdan hatine dayîn û wiha dewam kir:
"Di salên 1990î da ji ber ku min bi Kurdî stran got, wan ez dame mehkemeyê, ji ber ku min bi Kurdî stran got, ez ji kar hatibûm avêtin. Lê niha bi Kurdî album tên çêkirin. Yek jî ev xebat eleqeyeke germ dibînin, alîkariya wan tê kirin. Divê mirov vê yekê înkar neke. Xwedê ji hikûmetê razî be ku der heqê çanda Kurdî da xebat kirin. Berê dema me bi Kurdî stran digot, me xwe li dadgehê didît, lê niha em ji karê ku em dikin, em xelat werdigirin."
news_share_descriptionsubscription_contact
