BITLÎS
Li Exlata navçeya Bidlîsê Refa Gokbûlakê ku wek hostayê gopalan tê naskirin ji qiloçên pez û dewaran şe çêdike û difiroşe hundir û derveyê welêt.
Gokbûlak ji qiloçên, ga, çêlek, beran û nêriyan şe çêdike. Hostayê gopal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wî di dema destpêkê de bi tenê yek cure şe çêdikir, difirot û bi saya daxwazan niha 10 cure şe çêdike.
Gokbûlak destnîşan kir ku ew ji bo jinan şeyê cuda, ji bo mêran jî şeyê cuda çêdike û wiha pê de çû: "Li Xelatê potansiyela tûrîzmê zêde ye. Em berhemên ku çêdikin difiroşin tûrîstên ku ji hundir û derveyê welêt tên vê derê. Em nasandina berhemên xwe û bazirganiya wan jî li ser malpereka înternetê didomînin. Sparişên ku ji ser înternetê ji me re tên jî em didin posta û kargoyê dişînin. Em şeyên xwe Japonya di serî de dişînin Almanya, Fransa û Îngilistanê jî. Em bi xwediyê dikanên ku li hundirê welêt berhemên tûristan difiroşin re jî hevdîtinên xwe didomînin."
Şeyên ku ji qiloç û hestiyan tên çêkirin ji bo tenduristiya meriv gelek baş in û Gokbûlak jî ev yek bi bîr xist û wiha got: "Heke ku demeke dirêj pê serê xwe şe bikin xwîn di serê mirov de baş digere. Ji bo stresê û siheta mirov baş e. Ji ber vê yekê eleqe zêde ye."