Li Norşîna navçeya Bidlîsê koroya bi navê "Koroya Têm Dinyayê" ku ji xwendekaran pêk tê, peyamên aştî û biratiyê bi 19 zimanî didin.
Koro bi alîkariya Qeymeqamiya Norşînê û Wezareta Pêşketinê di sala 2010an da hat avakirin û ji 40 xwendekarên ku emrê wan di navbera 8 û 15an da diguhere pêk tê.
Koro bi alîkariya mamosteyên muzîkê yên li navçeyê xebatên xwe dimeşîne. Koro ji xeynî tirkî bi kurdî, îngilizî, lazkî, zazakî, ermenîkî, îtalyanî, elmanî, portekîzî, îspanyolî, erebî, rûsî, hindî, boşnakî, ernawidî, makedonî, abazayî, zimanê Efrîkaya Başûr ndebeleyî û zimanê Tanzanyayê svahîlî sitranan dibêje.
Koro her ku diçe hejmara zimanan zêde dike û ji serokomar bigir heta serokê meclisê, serokwezîr, diplomatên biyanî û rayedarên dewletê konser dane gelek kesan. Koroyê li gelek bajaran ji bo gel jî konser da.
Şefê koroyê Yunus Dabakoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Koro ji xwendekarên herêmê pêk tê. Bi zimanên cihê sitranan dibêjin û peyamên aştî û biratiyê didin dinyayê."
Dabakoglu wiha axivî: "Koroya me ya ku di sala 2010an da hat avakirin niha bi 19 zimanî sitranan dibêje. Koroya me di sala 2013an da 13 konser da û albûmek derxist. Projeya SODESê piştgiriyê dide koroya me. Lê ji ber ku em nikarin fînanse bikin konserên me tên betalkirin. Em li benda piştgirî û alîkariyê ne. Em bi zimanê muzîkê peyamên aştî û biratiyê didin dinyayê."