ADIYAMAN
Li Adiyamanê Miftîtî û Weqfa Ensarê kampanyaya "Ciwan diçin nimêjê" li dar xistin. Alîkarê Miftiyê Adiyamanê Mûstafa Çîftçî der barê kampanyayê de ji mixabirê AAyê re axivî û wiha got: "Heke zarok mehekê nimêja xwe bikin, înşelah dûv re jî dê dewam bikin. Mirov zarokan hînê mizgeftê bike tiştekî pir girîng e"
Di çarçoveya vê kampanyayê de xwendevanên 7-18 salî yên ku li mizgeftê nimêj dikin, ji aliyên peywirdaran ve dê werin teqîbkirin. Di dawiya kursê de kesên ku dê werin hilbijartin diyariya kompîtur, pirtûk û duçerxeyê distînin.
Serokê şaxa weqfa Adiyamanê Muzaffer Şimşek jî li ser kampanyayê axivî û got: "Em dixwazin zarokên li pey rêz û rêça xwe ne, bigihînin."