08 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2015
Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya îsal dan nivîskara jin Svetlana Aleksiyevîçê ya ji Belarûsê.
Akademiya Qraltiya Swêdê di civîna xwe ya çapemeniyê de daxuyand ku ji ber "Berhemên wê yên pirdeng ên ku qala serpêhatiya êş û cesareta çaxa me dikin" Aleksiyevîça 67 salî laîqê Xelata Nobelê ya Wêjeyê hat dîtin.
- Svetlana Aleksiyevîç
Aleksiyevîç di 1948an de li bajarê Stanislava Ukraynayê hat dinê. Di sala 1972yan de ji Beşa Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Mînskê mezûn bû. Piştî zanîngehê pêra pêra di rojnameyên herêmî de dest bi peyamnêriyê kir û di ber de jî li dibistanekê ders dan. Dû re di kovareke wêjeyê ya bi navê Nemanê de dest bi xebatê kir.
Aleksiyevîçê bi şahidên bûyerên mîna Şerê 2yemîn ê Dinyayê, Şerê Savyêt-Efxan, Karesata Çernobîlê û Rûxîna Sovyêtê re hevpeyvîn kir û van hevpeyvînên wê bala gelek kesî kişandin ser xwe.
Aleksîyevîçê şûnde berê xwe da wêjeyê. Kitêba xwe ya ewil "Rûyê Şer ê Ne Mîna Jinan" di 1983yan de temam kir. Kitêba wê ya ku ji monologên jinên ku qala xalên nixamtî yên şerê duyemîn ê dinyayê dikin, pêk tê li seranserê dinyayê navdar bû û ji zêdetirî 2 milyonî hat firotan.
Aleksiyevîçê di heyama şerê Sovyêt-Efxan de Efxanistan ziyaret kir. Axaftinên xwe yên digel xazî û dayikên ciwanên ku di şer de mirin di kitêba xwe ya "The Boys in Zinco/Zarokên Çînçoq"ê de civand.
Aleksiyevîçê di 1997an de kitêba xwe "Dengê Çernobîlê: Dîroka Devkî ya Karesateke Nukleerê" weşand. Dîsa di 2000î de ji ber ku di nivîsên xwe de hikûmet rexne kir, der heqa wê de lêpirsîn hat vekirin. Ji ber lêpirsînê welatê xwe terikand û 10 salan li Fransa, Almanya û Swêdê jiyana xwe dewam kir û di 2011an de dîsa vegeriya welatê xwe.
Di nava berhemên wê de 21 sênaryo û 3 jî lîstikên şanoyê hene.
- Ji 2001ê û vir ve kesên ku Xelata Nobelê ya Wêjeyê qezenc kirin:
2001: Sir Vidiadhar Surajprasad Naipaul (Trinidad)
2002: Imre Kertesz (Macaristan)
2003: John M. Coetzee (Afrîkaya Başûr)
2004: Elfriede Jelinek (Awistirya)
2005: Harold Pinter (England)
2006: Orhan Pamuk (Tirkiye)
2007: Doris Lessing (England)
2008: Jean-Marie Gustave Le Clezio (Fransa)
2009: Herta Muller (Romanya)
2010: Mario Vargas Llosa (Peru)
2011: Tomas Transtromer (Swêd)
2012: Mo Yan (Çîn)
2013: Alice Munro (Kanada)
2014: Patrick Modiano (Fransa)
2015: Svetlana Aleksiyevîç (Belarûs)