Önder Beyter
13 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2016
ANKARA
Xelata Nobela Wêjeyê ya îsal dan muzîkjenê amerîkayî Bob Dylan.
Akademiya Zanistê ya Qraliyeta Swêdê di civîneke çapemeniyê da daxuyand ji ber ku "di tradîsyona muzîka Amerîkan da vegotineke nû ya helbestî afirand" wan, Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya îsal da Dylanê 75 salî.
Herwiha Dylan bû xwedanê xelata 8 milyon Kronê Swêdê (qedera 3 milyon lire) jî. Di 10ê berfanbarê da ku salvegera mirina Alfred Nobel e, dê merasim were lidarxistin û di merasimê da dê dîploma û madalyoneke zêr bidin Dylan.
- Bob Dylan
Dylan di 24ê Gulana 1941ê da li Dulutha bi ser eyaleta Minnoesta ya DYAyê wekî kurê malbateke cihû hat dinê. Dylan ji ber entereseya xwe ya muzîka amerîkan a folk û Bluesê, hê di zarokatiya xwe beşdarî çend komên muzîkê bû.
Dylanê ku navê wî yê rastîn Robert Allen Zimmerman e, di 1961ê da bar kir New Yorkê û bi çêkerê navdar ê plakan John Hammond ra nasiya xwe da hev.
Serokê DYAyê Barack Obama di 2012an da Dylan bi Madalyona Azadiyê xelat kir.
Ji 2000î vir va kesên ku Xelata Nobelê ya Wêjeyê bi dest xistin ev in:
2000: Gao Xingjian (Çîn)
2001: Sir Vidiadhar Surajprasad Naipaul (Trinidad)
2002: Imre Kertesz (Macaristan)
2003: John M. Coetzee (Efrîqaya Başûr)
2004: Elfriede Jelinek (Awistirya)
2005: Harold Pinter (Îngiltere)
2006: Orhan Pamuk (Tirkiye)
2007: Doris Lessing (Îngiltere)
2008: Jean-Marie Gustave Le Clezio (Fransa)
2009: Herta Muller (Romanya)
2010: Mario Vargas Llosa (Perû)
2011: Tomas Transtromer (Swêd)
2012: Mo Yan (Çîn)
2013: Alice Munro (Kanada)
2014: Patrick Modiano (Fransa)
2015: Svetlana Aleksiyeviç (Belarûs)