02 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
STOCKHOLM
Hat ragihandin muzîkjenê ji Amerîkayê Bob Dylan ku layîqî Xelata Nobelê ya Wêjeyê hatibû dîtin, qedera 4 meh bi şûnda xelata xwe hilda.
Li gorî nûçeya têlevîzyona dewletê STVyê, Bob Dylan li Stockholmê ligel rayedarên Komîteya Xelata Nobelê civiya, madalyon û bawernameya Nobelê wergirt.
Akademîsyenên swêdî Sture Allen û Kjell Espmark ku beşdarî merasîma xelatê bûn, piştrastkirin ku merasîma xelatê duhê piştî nîvroyê hat kirin û diyar kirin ku ewê der barê mijarê da bêtir agahî nedin.
Dylan ji ber "Di muzîka Amerîkayê da vegotineke nû ya helbestkî afirand" layîqî Xelata Nobelê ya Wêjeyê hatibû dîtin. Dylan beşdarî merasîma xelatê ya ku di 10ê berfanbarê da li Stockholmê hatibû lidarxistin, nebibû.