Aişe Hümeyra Akgün
17 Sibat 2026•Rojanekirin: 18 Sibat 2026
Xirqeyê Şerîf ê Hz. Mihemed ku yek ji emanetên pîroz e, dê 20ê sibatê ji serdanê ra vebe.
Li gorî daxuyaniya ji Weqfa Xirqeyê Şerîf weke her sal, vekirina Daîreya Xirqeyê Şerîf îsal jî dê di yekemîn roja înê ya di meha Remezanê da, saet 10.00an, di nava Mizgefta Xireqeyê Şerîf da bê kirin.
Daîre dê di meha Remezanê da, di rojên hefteyê da ji saet 10.00an heta 17.00an û di dawiya hefteyê da ji saet 9.00an heta 17.30an ji bo mêvanan vekirî be.
Her wiha serdan ewê di 16ê adarê Şeva Qedrê da, piştî nimêja terawîhan heta saet 03.00ê sibehê bidome, roja êvara cejnê jî piştî nimêja esrê, bi dueyan biqede.
Xirqeyê Şerîfê yek ji emanetên pîroz ku bi wesiyeta Hz. Mihemed ji Weyselê Qeranî ra diyarî hatibû dayin, ji sala 1851ê va di Mizgefta Xirqeyê Şerîf ya ku li ser navê wê li navçeya Fatihê hatibû çêkirin, tê parastin.
Xirqeyê Şerîf ji aliyê neviyê nifşa 58emîn û 59emîn ê Weyselê Qeranî va bi baldar û hurmet ji nimayişê ra tê vekirin.