İbrahim Atmaca,Abdullah Tel
28 Sibat 2021•Rojanekirin: 01 Adar 2021
Şaredariya Sariyerê di salvegera sala 6em a mirina Yaşar Kemal da bernameya bîranînê li dar xist.
Çalakiya bi sernavê "Kesên ku Romanên Min Dixwînin" wek online hat lidarxistin û li ser kanalên YouTubeyê yên Weqfa Yaşar Kemal û Sariyer TVyê hatin weşandin.
Ji hevalên wêjenasê hoste yên nêzîk Zulfu Lîvanelî di bernameyê da axivî û diyar kir, Yaşar Kemal nivîskarekî ku meseleya wî hebû bû û wiha dewam kir, "Wî jiyan û hunera xwe ji bo ku mirovahî ber bi başiyê here, dinya nebe cihekî mêtingeriyê, edaleta dahatê çêbibe, meriv ji bo çanda hev hevdu piçûk nexin, şer çênebin feda kir."
Lîvanelî got, "Ez dixwazim gotinên wî bibêjim, gotibû 'kesên ku pirtûkên min dixwînin nabin kujer, bira bibin dijminê şer'. Parastina aştiyê tiştekî pir girîng e."
Turkan Şoraya hunermenda navdar jî di bernameyê da xeberda û diyar kir, Yaşar Kemal nivîskarekî destanê ye û wiha dewam kir, "Heta dinya hebe Yaşar Kemal wê bi pirtûkên xwe û dilê xwe yê mezin va her tim wê di bîranînên me da û dilê me da cî bigre."
- "Ew helbestvanekî rasteqîn e"
Nivîskar Selîm Îlerî diyar kir ku Yaşar Kemal bi romana xwe ya "Memedê Zirav" hat naskirin û wiha domand: "Dema meriv li Yaşar Kemal mêze dike dibîne berhemên mezin nivîsiye. Lê wî bi tenê ji hêla dor û berê Çukurovayê nirxandine. Li gor min dema mirov nivîskariya Yaşar Kemal têxe 3-4 beşan di beşa dawîn da romannivîsekê Stenbolê bû."
Îlerî got ku wî di romanên xwe da ewilî bi hesreta Stenbolê dest pê kiriye û paşê jî di romanên xwe da qala Stenbolê kiriye.
Îdîl Bîret a beşdarî bernameyê bûbû jî qala têkiliya Yaşar Kemal a bi mûzîkê ra kir.