Hunermenda sînameyê Turkan Şoray dema ku hat li balafirgeha bajar ji aliyê midûrê Çand û Tûrîzmê yê Bajêr Îhsan Arslanli û welatiyan ve hat pêşwazîkirin.
Ji welatiyan ku hatibûn pêşwaziyê Umît Erîman wêneyeka ku Turkan Şoray 34 sal berê îmze kiribû nîşanî wê da. Di wêneyê de tê dîtin ku Şoray li malekê nan dixwe. Ji ber dîtina vê wêneyê Siltanê diyar kir ku rojên berê hatin bîra wê û dilê wê şewitî û wiha dewam kir: "Li vî gundî rojên min pir xweş derbas dibûn. Di wê demê de ez li Batmanê di mêvanxaneyekê de dimam. Navbera min û batmaniyan gelekî xweş bû. Piştî 34 salan hatina min a vê derê ez gelekî hestyar kirim.
"Xezal" vegeriya gundê xwe
Di fîlmê Xezal de Turkan Şoray û Talat Bûlût lîstikvanên sereke bûn. Şoray piştî 34 salan hat gundê ku fîlm lê kişandibû û wiha got: "Gund heman gund e. Piştî 34 salan hatina min dilê min pir şewitand. Em ji bo fîlmê Xezal nêzî mehekê li gund man. Navê gundiyan nayê bîra min lê wê demê wan dema ku gazî min dikirin digotin 'Şorayê Şorayê' niha ew di bîra min de ye. Me ew fîlm di nav gelek zor û zehmetiyan de kişand. Bi rojan me av nedît, ronî tunebû, ev fîlm bi kedeke mezin hat kişandin. Ew roj careke din hatin bîra min. Dilê min pir şewitî."