20 Nîsan 2016•Rojanekirin: 21 Nîsan 2016
BITLÎS
Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Başkentê Prof. Dr. Cengîz Işik, Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Ataturk Prof. Dr. Mehmet Işikli û xwendekarên arkeolojiyê li navçeya Elcewazê li Keleha Kefê ya ku ji serdema Ûrartûyan maye, lêkolîn kirin.
Xwendekarên beşa arkeolojiyê yên ku bi piştgiriya Şaredarê Elcewazê Necatî Gursoy va hatin kelehê, der barê keleha dîrokî da hatin agahdarkirin.
Şaredarê Elcewazê Gursoy destnîşan kir ku navçe bi dîrok, çand û xwezaya xwe va navendeke pir girîng e û ji ber hindê ew dixwazin ku li Keleha Kefê ya dîrokî, xebatên kolanê dîsa dest pê bikin.
Gursoy bal kişand ku Keleha Kefê qesrek e û ji 140 odeyan pêk tê û wiha dewam kir, "Ji ber vê qasê zahf girîng e ku keleh bibe navendeke tûrîzmê. Di vê mijarê da çi ji destê me were, emê bikin û bibin alîkar."
Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Başkentê Prof. Dr. Cengîz Işik jî wiha axivî, "Ez kîngê hizr dikim ku ezê gava xwe bavêjim vir kelecanek bi min digire. Li vir ez du salan beşdarî xebatên kolanê bûm. Dîrokeke pir kevnare ya Elcewazê heye. Ev dîrok digehêje Ûrartûyan. Înşallah seba ku li Keleha Kefê ya Elcewazê dîsa xebatên kolanê bên destpêkirin, emê hewl bidin."