02 Mijdar 2016•Rojanekirin: 03 Mijdar 2016
HATAY
Wezîrê Parastinê Fikrî işik bi Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Salîh Zekî Çolak re piştî sewqiyata Hêzên Çekdar ên Tirkan a ser xeta sînor li yekîneyên hidûd lêkolînan dike.
Işik bi Çolak re bi balafira Hêzên Çekdar ên Tirkan re hat Hatayê. Waliyê Hatayê Erdal Ata û Fermandarê Artêşa 2yemîn Korgeneral Metîn Temel pêşwaziya Wezîr Işik û Orgeneral Çolak kirin û Işik û Çolak bi firokeya eskerî ji balafirgehê çûn.
Işik û Çolak li yekîneyên sînor dest bi lêkolînan kir û pêşî hatin qereqoleke hidûd a girêdayî Fermandariya Hêzên Bejayê ya li ser sînor.
Wezîr Işik silav da mangaya merasimê û pişt re jî lênûska bîranînê ya qereqolê îmze kir. Işik li qereqola hidûd lêkolîn kirin û pişt re derket ser kûleya çavdêriyê û tekmila hidûd sitand.
Wezîr Işik bi eskeran re firavîn xwar û lêkolînên Wezîr Işik ên bi Orgeneral Çolak re yên li yekîneyên sînor berdewam dikin.