14 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
DIHOK
Li Başîka Mûsilê ku ji xeynî bajarekî bihevrejiyanê ye di navbera Xrîstiyan, Êzidî, Misilman û Kurd û Ereban de herwiha navendeke giring e di warê hilberîna zeytûnan de li Herêma Kurdistanê û Iraqê firotina zeytûnan careke din destpê kir.
Piştî 2 salan 8ê Mijdarê Pêşmerge Başîk ji rêxistina terorî DEAŞê paqij kir, hilberîn û firotina zeytûnan dubare zindî bû û di bazarê de cihê xwe girtin.
- Ji her derê Herêma Kurdistanê diçin zeytûnên Başîkê
Çarrêya Ezawiyê ku di navbera Berdereş û Başîkê de ye tije ye ji zeytûnfiroşên Başîkê.
Zeytûnfiroşê bi navê Ekrem Palanî ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê re behsa bazarê kir û got: "Ez rojane li vê çarrêyê 16 cur zeytûnan difiroşim. Kiriyarên min ji Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Çemçemal, Zaxo û temamê şar û qezayên Herêma Kurdistanê tên. Xelk zeytûn û rûnê zeytûnê ji me dikire û gelekî razî ye ji bihayê wan."
Zeytûnfiroşê Başîkê dibêje ku ew hem kîlo kîlo û hem jî liserhev difiroşin û rojane mîqdarê wê digihê ta 200 kîloyî. Ew diyar dike ku bihayê berên wan erzan e lê ji bo Pêşmerge erzantir e: "Em zeytûnan ji bo Pêşmerge erzantir difiroşin. Ev wek diyarkirina dilsozî û hezkirina me ye bo Pêşmerge. Lewra ewan navçeya me ji DEAŞê rizgar kir û niha jî bergiriyê lê dikin."