Abdullah Tel
01 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2018
ANKARA
Li gor Teşkîlata Nûçehildana Navendî ya Amerîkayê (CIA) Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman dema Cemal Kaşikçi dihat kuştin ji şêwirmendê ekîba rojnameger înfaz dikir, kontrol dikir ra herî kêm 11 peyam şand û dibe ku di nav wan peyaman da "emrê kuştinê" dabe.
Di nûçeyeke Wall Street Journalê ya spart nirxandineke veşartî ya CIAyê da hat gotin ku Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman di meha cotmehê da çend saet berî û piştî kuştina Kaşikçi ji şêwirmendekî gelek nêzî xwe ra ku ekîba cinayetê bir serî kontrol dikir ra herî kêm 11 peyam şand. Di nav wan peyaman da îhtimal heye ku "emrê kuştinê" jî hatibe dayîn.
Di nirxandina CIAyê da hat bibîrxistin Prensê Siûdî di Tebaxa 2017an da ji kesên nêzî xwe ra bi armanca Kaşikçi bê qanîkirin û vegerînin Erebistana Siûdî da fikrên xwe parve dike û tê gotin ku ew dibêje: "Heke we qanî nekir em wî li dervayî Erebistana Siûdî bixapînin û hin tiştan dikarin eyar bikin." Hat ragihandin ku ji vê gotinê jî tê fehmkirin ku haya Prensê Welîehd ji berê va ji plana bo Kaşikçi heye.
Li gor belgeya CIAyê Prens Mihemed wan peyamên elektronîk ji Siûd el-Qehtanî ra şandiye. Di belgeyê da tê gotin ku Qehtanî wê ekîba ji 15 kesan pêk dihat kontrol dikir û di heman demê da jî bi lîderê ekîbê yê li Stenbolê ra jî rasterast têkildar bû. Hat ragihandin ku naveroka peyamên di navbera Selman û Qehtanî da nayê zanîn û di belgeyê da peyam bi çi awayî hatine şandin jî nehat gotin.
Di nirxandina pir bidizî ya CIAyê da hat şîrovekirin ku bêyî destûra Mihemed Bîn Selman îhtimala kirina operasyonê tuneye.
- Kuştina Cemal Kaşikçi
Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi piştî ku di 2yê Cotmehê da ketibû Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî tu xeber jê nehatibû hildan. Rêveberiya Erebistana Siûdî jî piştî 18 rojan mecbûr ma û qebûl kir ku Kaşikçi li konsolosxaneya wan hatiye kuştin.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû da hatibû gotin ku "Meqtul Cemal Kaşikçi di 2yê cotmeha 2018an da ji bo miemeleyên zewacê ku çawa dikeve Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî li gor planên berê hatine çêkirin ew di hundirê avahiya serkonsolosxaneyê da tê xeniqandin. Cesedê wî jî di çarçoveya plankirina berê hatiye kirin da hatiye perçekirin û ji holê hatiye rakirin."