Haydar Şahin
12 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
ANKARA
Virgin Groupa saziya veberhênanê ya navneteweyî diyar kir ku bûyera revandina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê ji Erebistana Siûdî bû sedema sekinandina projeya veberhênana milyarek dolarî digre ya li Erebistana Siûdî, Ubera saziya şebekeya gihandinê ya navneteweyî jî got ku ew ê beşdarî konferansa li Riyadê were lidarxistin nebe.
Li gor xebera CNNyê, Rîchard Bransonê karsazê ji Îngiltereyê yê avakarê Virgin Groupê di daxuyaniya xwe da got ku heke îdiayên li ser windabûna Kaşikçi rast derkevin welatên Rojavayî ew ê helwesta xebata bi rêveberiya Erebistana Siûdî ra bi tevahî biguherînin.
Branson diyar kir ku der barê windabûna Kaşikçi da ji rayedarên Erebistana Siûdî agahî xwestin, projeya pîlan dikirin bi Erebistana Siûdî ra çêbikin jî dan sekinandin.
Qraltiya Erebistana Siûdî par gotibû pîlan dike ku bi Virgin Galactic û Virgin Orbitê ra milyarek dolar veberhênanê bike.
- Ji Uberê biryara beşdarnebûna konferansê
Dara Khosrowshahiyê rêvebirê payebilind ê Uberê jî diyar kir ku ew ê beşdarî konferansa bi navê Teşebisa Veberhênanê ya Pêşerojê (Future Investment Initiative-FII) ya di hîmayeya Mihemed bîn Selmanê Mîrzeyê Welîehd ê Erebistana Siûdî da di 23-25ê cotmehê da li Riyadê were lidarxistin nebe.
Khosrowshahi diyar kir ku ji ber geşedanên li ser bûyera Kaşikçi aciz dibe, ew ê beşdarî konferansa FIIyê ya ku axaftina wî hebû nebe.
Huffington Post û Los Angeles Timesê piştî New York Tîmesê diyar kirin ku ew jî ji sponsoriya konferansa di 23-25ê cotmehê da li Riyadê were lidarxistin vekişiyan.