Haydar Şahin
12 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2018
SARAYBOSNA
Sefik Dzaferovicê di hilbijartina roja yekşemê li Bosna Hersekê hat kirin da ji bo endamtiya Boşnaqan a Konseya Serokatiya Dewletê hat hilbijartin got Tirkiye dewleteke dost a wisa ye ku bêyî berdêl alîkariyê dike.
Dzaferovicê namzedê Partiya Çalakiya Demokratîk (SDA) yê ku di hilbijartinê da ji sedî 36,4ê rayan sitand û bû endamê konseyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û encama hilbijartinê, pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) û NATOyê ya welatê xwe, têkiliyên Tirkiye û Bosna Hersekê nirxand.
Dzaferovicê hê wezîfeya Alîkariya Serokê Meclisa Nûneran a Bosna Hersekê didomîne got dema dest bi wezîfeya li konseya serokatiyê bike ew ê gavên ewil ji bo îstiqrar, pêşketina aboriyê û entegrasyonê biavêje.
Dzaferovic diyar kir ku helwest û tevgerên endamên konseya serokatiyê dibê ji reyadarên payebilind ên dewletê ra bibin mînak û ev ji bo îmaja Bosna Hersekê jî zehf girîng e.
- "Rêya Bosna Hersekê endamtiya YEyê û NATOyê ye"
Dzaferovic destnîşan kir ku Mîlorad Dodîkê endamê heyama teze yê Sirp ê konseya serokatiyê bi helwesta xwe ya li dijî endamtiya NATOyê tê zanîn, Yekîtiya Demokratên Civakî ya Serbixwe ya Dodîk serokatiya wê dike berê piştgirî dabû çend gavên ji bo endamtiya NATOyê hatibûn avêtin.
Dzaferovic got dibê Dodîkê bi gotinên xwe yê cihêkar tê zanîn, siyasiyên din ên li Komara Sirp (RS) a ji etnîsîteya welêt rêzê nîşanî biryarên Bosna Hersekê bidin û wiha axivî: "Dema pêvajoya entegrasyona Bosna Hersekê dibe mijar rêya li pêşiya me ya bê alternatîf endamtiya YEyê û NATOyê ye.
Dzaferovic bal kişand ku bi endamtiya YEyê va Bosna Hersekê di mijarên siyasî, aborî û civakî da bigihêje hedefên xwe û wiha pê da çû: "Endamtiya YEyê ji bo vê herêma dinyayê girîng e. Heke hemû welatên Balqana Rojava bibin endamê YEyê têkiliyên herêmê ew ê sererast bibin, pirsgirêka sînor çareser bibe, merivên li herêmê dijîn jî bibin xwediyê pêşerojeke baştir."
Dzaferovic destnîşan kir ku endamtiya NATOyê jî ew ê kêrî ewlehî û îstiqrara siyasî were.
- "Dibê têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê ra werin pêşxistin"
Sefîk Dzaferovic têkiliyên Bosna Hersek û Tirkiyeyê nirxand û got Tirkiye hevkarekî zehf girîng ê Bosna Hersekê ye.
Dzaferovic wiha axivî: "Tirkiye piştgiriyê dide endamtiya me ya YE û NATOyê, tevlî karûbarên me yên naxweyî nabe. Tirkiye dewleteke dost a wisa ye ku bêyî berdêl alîkariyê dike. Dibê têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê ra werin pêşxistin."
Dzaferovic bal kişand ser Projeya Rêbeja Saraybosna-Belgradê ya ku Tirkiye jî piştgiriyê didê û got ew ê tevkariyê bide gihandina herêmê û Bosna Hersekê nêzî Rojhilatê bike û axaftina xwe wiha domand:
"Tirkiye ji bo çêkirina vê projeyê şert û mercên di cî da dide pêşiya me. Ez dixwazim bi vê wesîleyê ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra sipas bikim."