Haydar Şahin
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
ANKARA
Li tevahiya Tirkiyeyê di rêbendanê da 97 hezar û 19 xanî hatin firotin. Hejmara xaniyên ku meha borî hatin firotin li gor meha beriya xwe ji sedî 27 kêm bû, li gor heman meha sala par jî ji sedî 1,7 zêde bû.
Sazîya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên firotina xaniyan a rêbendanê eşkere kir.
Li gor vê, li tevahiyê welêt hejmara xaniyên ku di rêbendanê da hatin firotin li gor meha beriya xwe ji sedî 27 kêm bû. Hejmara xaniyên hatin firotin li gor heman meha sala par jî ji sedî 1,7 zêde bû û gihîşte 97 hezar û 19 heban.
Li Stenbolê 16 hezar û 336 (ji sedî 16,8) xanî hatin firotin û Stenbolê di rêza ewil da cî girt. Li Enqereyê 9 hezar û 720 xanî (ji sedî 10), li Îzmirê 5 hezar û 841 xanî (ji sedî 6) hatin firotin. Bajarên ku herî kêm xanî lê hatin firotin jî wiha ne: Li Bayburtê 35 xanî, li Hekariyê 5 xanî û li Erdexanê jî 4 xanî.
- 44 hezar û 363 xanî cara ewil ewil hatin firotin

Hejmara xaniyên ku cara ewil hatin firotin ji sedî 0,3 zêde bû û gihîşte 44 hezar û 363 heban. Ji sedî 45,7ê avahiyan ji xaniyên ku cara ewil hatin firotin pêk tê. Li gor rêzê, li Stenbolê 7 hezar û 492 (ji sedî 16,9), li Enqereyê 3 hezar û 436, li Îzmirê 2 hezar û 338 xaniyên teze hatin firotin.
Di rêbendana îsal da li gor heman meha sala par firotina xaniyên xebitandî ji sedî 2,9 zêde bû û gihîşte 52 hezar û 656an. Li Stenbolê 8 hezar û 844 (ji sedî 16,8), li Enqereyê 6 hezar û 284, li Îzmirê 3 hezar û 503 xaniyên xebitandî hatin firotin. Ji sedî 54,1ê xaniyên ku li Stenbolê hatin firotin ji xaniyên xebitandî pêk tên.
- Hezar û 742 xanî firotin biyaniyan
Hjmara xaniyên ku di rêbendanê da firotin biyaniyan li gor heman meha sala par ji sedî 25,7 zêde bû û gihîşte hezar û 742 heban. Li Stenbolê 545, li Antalyayê 427, li Bursayê 161, li Yalovayê 90 û li Trabzonê 82 xanî firotin kesên biyanî.
Di meha rêbendanê da welatiyên Iraqê 272 xanî li Tirkiyeyê kirîn. Welatiyên Erebistana Siûdî 160, welatiyên Efxanistanê 124, welatiyên Rûsyayê 121, welatiyên Kuweytê jî 108 xanî li Tirkiyeyê kirîn.