Abdullah Tel
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
BATÛM
Wezîrê Parastina Neteweyî Canîklî: "Mutefîqên me, dostê me DYA ji bo têkoşîna li dijî DEAŞê niha li qadê bi vê YPGya rêxistina terorê ra ye û tevlî wê li dijî DEAŞê karên hevpar dike. Li hemberî DEAŞê. Li gor tespîtên me çek û cebilxaneya ku ji bo techîzkirina artêşeke 40-50 hezar kesî têrê dike, dane wan ku bila li dijî DEAŞê şer bikin û têbikoşin. DYA bi vê armancê vê yekê dike lê armanca sereke ya vê rêxistina terorê jî Tirkiye ye. Dema DEAŞ kuta bû ku li ber kutabûnê ye, berê wan çekan wê bizivirin Tirkiyeyê."