Muhammet Kurşun
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Hat ragihandin ku li ser îhtimala êrişa hêzên Iraqê bo ser Pêşmerge rêyên ku ji Herêma Kurdistana Iraqê diçin Mûsilê ji çûyîn û hatinê re hatin girtin.
Berpirsê Xalên Asayişê li Sînorê Hewlêrê Egîd Goran, bo peyamnêrê AAyê diyar kir ku li ser zêdebûna tevgera Artêşa Iraqê li beramberî sengerên Pêşmerge li sînorê Nînowayê ji bo demekê çûyîn û hatin sekinîn.
Fermandeyê Hêza Pêşmerge li mîhwera Başîkê Xefûr Bradostî jî wiha agahî da:
"Li sînorê Deşta Nînowayê me rê girtin. Lewra me agahî wergirt ku gundên Ereb yên li sînorê beramberî Pêşmerge ji aliyê Heşda Şebiyê ve tên sorkirin ku êrişî Pêşmerge bikin. Piştre dixwazin vê bikin behane û êrişî Kurdistanê bikin."
Balyozê Berê yê Emrîkayê li Bexdayê Zalmay Xelîlzad jî li der hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku Fermandeyê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî li Kerkûkê Heşda Şebiyê han dide ku êrişî Pêşmerge bike. Xelîlzad anî ziman ku divê Emrîka ji bo rêlibergirtina pevçûnekê aktîf be.
Herwiha Fermande li Artêşa Iraqê Besam Seîd jî got li navçeya Nemrûda başûrê rojhilatê Mûsilê firokeyeke bêfirokevan a aîdî Pêşmerge hat xistin.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê jî do diyar kiribû ku der barê êrişeke Artêşa Iraqê îstixbarat stendine.