Haydar Şahin,Nihat Kavşut
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Vê hefteyê 4ê wan xwemalî 7 fîlmê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.
Fîlma "Cîngoz Recaî" ya ku derhêneriya wê Onur Unlu dike û tê da Kenan Îmîrzalioglu, Haluk Bîlgîner, Meryem Uzerlî, Musa Uzunlar, Fatîh Artman, Algi Eke, Ushan Çakir, Selîm Bayraktar, Hakan Boyav, Merîç Aral, Gunay Karacaoglu, Denîz Hamzaoglu û Kenan Ece dilîzin vê hefteyê dikeve vizyonê. Mijara fîlmê ji romana Peyamî Safa ya bi heman navî hatiye hildan û di fîlmê da qala serpêhatiyên ku Cîngoz Reciyê ku ji diziyê dizvire dikin.
- "Bînek Bes e"
Yasemîn Erkul Turkmenlî derhêneriya fîlma "Bînek Bes e" dike û Seçkîn Ozdemîr, Tuvana Turkay, Zuhal Gencer Erkaya, Hakki Ergok, Galîp Erdal û Nîlufer Kurt dilîzin û qala çîroka eşqa ciwanekî tê kirin.
- "Kevir"
Derhêneriya fîlma "Kevir" Orhan Eskîkoy dike û di fîlmê da qala malbateke ku 20 sal e kurê wan winda bûye û biyaniyek hatiye û dibêje ku kurê we me, tê kirin.
Di fîlmê da Muhammet Uzuner, Jale Arikan, Beste Kokdemîr, Ahmet Varli, Saygin Soysal, Bulent Duzgunoglu û Gonca Cîlasun dilîzin.
- "Şêrê Qeyseriyê: Karê Çînê"
Di fîlma "Şêrê Qeyseriyê: Karê Çînê" ya ku derhêneriya wê Alî Demîrel dike da Ulaş Torun, Algi Eke, Asuman Dabak, Alî Çatalbaş, Serdal Genç, Nîgar Kuddus, Alî Erkazan, Metîn Yildiz, Huseyîn Elmalipinar û Cenk Ertan dilîzin.
Di fîlmê da qala Ersînê deyndarê xumarê ye û ji Qeyseriyê derdikeve rê û hetanî Çînê diçe, tê kirin.
- "Roja Mirina Te Pîroz Be"
Derhênerê "Roja Mirina Te Pîroz Be" Christopher B. Landon e û tê da Jessica Rothe, Israel Broussard, Ruby Modine, Rachel Matthews û Charles Aitken dilîzin.
"Roja Mirina Te Pîroz Be" fîlma tirsê ye û mijara wê wiha ye: "Tree Gelbmana xwendekara zanîngehê şevekê zehf vedixwe û ber destê sibehê li odeya xwendekareke nas nake şiyar dibe. Ew roj roja bûyîna wê ye û divê êvarê tevlî partiya ji bona wê tê lidarxistin bibe. Di nav partiyê da dema tena serê xwe ye kesekî bimaske êrîş dike û wê dikuje. Lê di rastiyê da nemiriye. Ber destê sibehê cardin şiyar dibe. Her şev li ciyên curbecur ji ber êrîşên kesê bimaske tê kuştin. Tree Gelbman ji bo dawî li vê rewşê were delîlan dide ber hev û dixwaze kujerê xwe eşkere bike."
- "Encama Bextewar"
Derhêner û senarîstê "Encama Bextewar" Michael Haneke ye û tê da Isabelle Huppert, Jean-Louis Trintignant, Mathieu Kassovitz, Fantine Harduin û Franz Rogowski dilîzin.
"Encama Bextewar" ya îsal tevlî Mihrîcana Fîlman ya Cannesê bû li ser malbatên bêaqûbet, heyfhildana nifşan û hesta sûcdariyê hatiye avakirin û di fonê da qeyrana penaberan ya li Ewropayê heye.
- "Baskên Efsûnî"
"Baskên Efsûnî" fîlma anîmasyonê ye û derhêner Wei-Feng Deng e. Di "Baskên Efsûnî" da qala Gulîsitêrk Dindinê li daristanê di nav aramiyê da dijî tê kirin, lê piştî roboteke lêkolînê ya şewqê belav dike tê daristanê û jiyana Gulîsitêrk Dindin diguhere.