Muhammet Kurşun
19 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
GAZZE (AA) - Çalakvana emrîkî ya aştîxwaz Rachel Corrie ku ji bo xaniyê malbateke filîstînî neyê xerakirin xwe li ber bûldozerên Îsraîlê dirêj kir û hat kuştin di 14emîn salvegera xwe tê bibîranîn.
Corrieya genc ku jiyana xwe ji bo parastina heqê filîstîyan bexişandibû, sala 2003an ji bo hemahengiyê çû Xezzeyê û xwest ku "baweriya xwe ya aştiyê" nîşanî hemû dinyayê bide.
Corrieyê li vê derê çalakî meşandin û vîdeo kişandin, bi van binpêkirinên Îsraîlê derxist ber ronahiyê.
Vê çalakvana genc 16ê Adara 2033n çakêtê xwe yê rengê pirteqalî li xwe kir, megafon girte destê xwe û ber bi bûldozerên Îsraîlê ve meşiya. Armanca wê ew bû nehêle Îsraîl xaniyê malbateke filîstînî ya li bajarê Refahê xera bike.
Corrieyê digot qey ji bo biyanî ye dê bikaribe wesayitên Îsraîlê bide sekinandin, li ber bûldûzerê sekinî, lê Îsraîla ku merhemet li filîstîniyan nedikir lê jî nehat rehmê.
Filîstîniyan Corrie wek "şehîd" îlan kirin û ji bo wê merasimeke mezin a cenaze çêkirin.
Navê Corrieyê li hemû deverên dinyayê wek "pêşenga qenciyê" ebedî bû. Keştiya ku ji Îrlandayê arîkarî dibir Xezzeyê jî navê wê hildabû. Li ser navê wê gelek film der barê Xezzeyê de hatin çêkirin.