30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî ragihand ku divê deriyên sînorî yên ku neft di wan re derbasî Tirkiyeyê dibe, têkeve bin kontrolê. Heke ev nebe wê qeyran mezin bibe.
Li gorî ofîsa çapemeniya serokwezîrtiya Iraqê, Îbadî bi Wezîrê Karên Derveyî yê Ingîltereyê Boris Johnson re bi telefonê axivî.
Îbadî got: "Divê deriyên sînorî yên ku neft di wan re derbasî Tirkiyeyê dibe, têkeve bin kontrolê. Heke ev nebe wê qeyran mezin bibe."
Îbadî ragihand ku rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê di vî karî de xwe giran dike û got ku naxwazin xwîn birijê û rewş xerabtir bibe. Îbadî wiha dewam kir: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hin qanalên çapemeniyê yên partîzan ên li Hewlêrê, teşwîqa kuştina hêzên Iraqê dikin."
Îbadî got: "Em giringiyê didin wê yekê ku herkes li Iraqa yekperçe bi biratî bijî. Ev jî bi qeweta hêza Iraqê mumkin e."
Wezîrê Ingîltereyê Johnson jî got ku piştgiriyê didin hikûmeta Iraqê û dixwazin ku digel Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçirvan Barzanî der barê mijarê de dest bi dîyalogê bikin.