Elif Orhan
29 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî got ku "Tiştê ku şeva 16ê cotmehê li Kerkûkê qewimî îxaneteke mezin bû. Kerkûk hat teslîmkirin û xencerek bijehr hem li pişt gelê me xistin hem jî li pişt pêşmergeyan hat xistin."
Barzanî ji ber di 1ê sermawezê de bidawîbûna peywira xwe daxuyaniyeke dîtbarî weşand û qala referandûma ku di 25ê îlonê de hat kirin, li Kerkûk û herêmên din ên binîqaş ji aliyê hêzên Iraqê ve bidestxistina kontrolê kir.
Barzanî îdia kir ku hikûmeta navendî ya Iraqê bi zanebûn operasyona xilaskirina Hewîceya navçeya Kerkûkê hişt paşiyê û diyar kir ku bi navê têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê li Kerkûkê sewqiyateke mezin a eskerî kirin.
Barzanî parast ku plana operasyona eskerî ya ku şeva 16ê cotmehê birin ser Kerkûkê berê hatibû amadekirin û da zanîn ku tiştê ku hîç hêvî nedikirin îxaneta hin aliyan bû.
Barzanî qala tiştên ku li Kerkûkê qewimî kir û wiha axivî:
"Tiştê ku şeva 16ê cotmehê li Kerkûkê qewimî îxaneteke mezin bû. Kerkûk hat teslîmkirin û xencerek bijehr hem li pişt gelê me xistin hem jî li pişt pêşmergeyan hat xistin. Bi vê îxanetê îradeya 3 milyon kesên ku ji referandûmê re gotin "belê" xistin nav pêvajoyeke dijwar û rewş dijwar bû. Heke ev îxanet nebûya dê rewş gelekî cudatir bûya. Me berê ji bo parastina Kerkûk û herêmên din parastineke gelekî baş kiribû ji ber ku plana êrîşê ser maseyê bû. Lê belê vê îxanetê hem morala pêşmergeyan hem jî ya gel xira kir û parastina dihat xwestin nekarîn ku bê kirin."
Barzanî got ku "Xwediyê nêrîneke wekî naskirina mafên kurdan nînin. Baweriyan bi federalîzmê jî tune. Tenê xwestin ku referandûmê bikin hincet êrîş bikin. Ev geşedan hemû berê hatibû plankirin."
Barzanî parast ku hêzên Heşda Şabî yên ku êrîşê pêşmergeyan kirin çekên DYAyê bi kar anîn û wiha axivî: "Tişta matmayî ew e ku DYA li hember wê yekê bêdeng ma ku kesên wekî terorîst îlan kiribûn li tankên Abrahamê siwar bin û êrîşê kurdan bikin. Di vir de pirsgirêkek heye. 'Gelo DYA ji bo vê çima bêdeng ma?"
Barzanî qal kir ku beriya referandûmê nîşaneyên ku dê operasyona eskerî bînin ser Kerkûk û herêmên din ên binîqaş gihaştin wan û got ku "Min beriya referandûmê gelek caran gotibû. 'Dê gelekî tehdeyê li me bikin.' Ji ber ku serxwebûn bedêlê dixwaze."
Barzanî qal kir ku rewşa berdest berwext e û dê wiha nemîne û wiha axivî: "Em amade ne ku heta dawiyê şer bikin. Emê destûr nedin ku îradeya me bişkê û emê mirinê tercîh bikin."