Ekip
12 Gulan 2017•Rojanekirin: 13 Gulan 2017
ANKARA (AA) - Serokwezîr Yildirim: "Ji bo Tirkiyeyê PKK çi be YPG/PYD jî ew e û rêxistina terorê ye. Loma jî bi rêxistineke terorê rêxistineke din ji holê nayê rakirin. Ev bi dewletên mezin nakeve. Em ji berê da vê aciziya xwe ji Amerîkayê ra dibêjin. Em jî ji vê rewşa heyî kêfxweş nînin. Qala vê dikin û dibêjin mecbûriyetek heye. Em vê jî qebûl nakin."
Serokwezîr Yildirim nimêja înê li Navenda Îslamî ya Mayfair ku li paytextê Ingîltereyê Londrayê ye kir. Yildirim piştî nimêjê cewaba pirsên rojnamevanan da.
Der barê hevdîtinên digel rayedarên Amerîkayê Serokwezîr Yildirim got: "Rayedarên DYAyê gotin em amade ne ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê bikin. Wan jî îfade kir, ew ê him ji bo parvekirina îstixbaratê, him ji bo şopandina fînansa rêxistina terorê û tedbîra li dijî wan wê arîkariyê bidin me. Gotin piştî operasyona Reqayê tu endamên PYD/YPGyê li wê derê namînin û ew nahêlin demografiya wê derê bê guhertin."
Serokwezîr Yildirim der barê çekdayîna YPGyê jî wih nirxandin kir: "Ji bo Tirkiyeyê PKK çi be YPG/PYD jî ew e û rêxistina terorê ye. Loma jî bi rêxistineke terorê rêxistineke din ji holê nayê rakirin. Ev bi dewletên mezin nakeve. Em ji berê da vê aciziya xwe ji Amerîkayê ra dibêjin. Em jî ji vê rewşa heyî kêfxweş nînin. Qala vê dikin û dibêjin mecbûriyetek heye. Em vê jî qebûl nakin."