Sevim Hatun
12 Sibat 2018•Rojanekirin: 12 Sibat 2018
ANKARA
Li ser tora medyaya civakî ji bo balkişandina ser keraseta li Xûtaya Rojhilat ku ev 5 sal in ji aliyê rejima Beşşar Esed ve hatiye dorpêçkirin kampanyayek hat destpêkirin.
Aktîvîstên ji Sûriyeyê diyar kirin ku li ser medyaya civakî ji bo balê bikişînin ser krîza însanî ya li Xûtaya Rojhilat kampanyayek nû dan destpêkirin.
Bikarhênerên medyayê piştgirî dan kampanyaya bi etîketa #SaveGhouta (#Xûtayê Xilas Bikin) hat destpêkirin, peyamên wekî "Zarok, nexweş û sivîlên li Xûtaya Rojhilatê xilas bikin", "Xûtayê ji Esed xilas bikin", "Qetlîam dewam dikin, Xûtayê xilas bikin" belav kirin.
Aktîvîstan berê jî wextê êrîşa bi çekên kîmyayî ya li Xûtayê ji bo balkişandina ser herêm û zarokên mexdûr ên şer kampanyayên bi vî rengî dabûn destpêkirin.
Xûtaya Rojhilat a di kontrola muxalifan de di peymanên Astanayê de wekî herêmên kêmkirina rageşiyê hatibû îlankirin. Lê belê rejima Esed a ku Rûsya garantoruya wê dike di meha nîsanê ya sala borî de dorpêça li herêmê zêdetir kiribû û di mehên dawîn de jî êriş xurttir kiribûn.