Sevim Hatun
26 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) digel hemû bangewaziyan li ciyên binîqaş ên herêmê referandum kir, ew ji ber vê yekê xemgîn in.
Ji ofîsa Federica Mogheriniya Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehiyê û Peywendiyên Derva ya YEyê der barê referanduma binîqaş ya ku duh li HKIyê hat kirin de daxuyaniyek nivîskî hat belavkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku YE her dem ji bo yekîtî, desthilatdarî û axa Iraqê rêz digire û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê YEyê bang kir ku li herêmên binîqaş referanduma bi yekalî neyê kirin. Ev bangewaziya me hat paşguhkirin, em ji ber vê yekê xemgîn in."