Sevim Hatun
26 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
HELEB
Li gor agahiyên ewil ên ku hatin sitandin di êrîşên asîmanî yên Sûriyeyê bire ser Heleb û ciyên di kontrola muxalifan de, 15 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiya ku ji rayedarê parastina sivîl ê li rojavayê Helebê Hamud Tenar hat sitandin, herêmên li aliyê başûr û rojavayê Helebê tên bombardûman kirin.
Anegorî tespîtên ewil li Kefer Karmînê 4, Hawar Îsê 5 û Kanatirê 6 kes hatin kuştin. Tenar diyar kir ku gelek birîndar jî rakirin nexweşxaneyên sehrayê yên li herêmê.
Tenar got ku ew texmîn dikin ku balafirên ku êrîş li dar xistin balafirên Rûsyayê ne.
Herêma ku hat bombardûman kirin, di civîna Astanayê ya di navbera 14-15ê îlonê de, Tirkiye, Rûsya û Îranê tevî herêmên bêşer ên li Îdlibê kiribûn.