Türkan Tosun
18 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
ANKARA
Li Îsfehana eyaleta Îranê di navbera bajarên Kaşan û Netenzê da qezaya trafîkê çêbû, jê 6 zarok 21 kes mirin û 27 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya têlevizyona dewletê ya Îranê otobêsa di navbera Tehran-Kîrmanê da sefer dikir şev di navbera bajarên Kaşan û Netenzê da li tankereke mazotê qelibî û ji rê derket.
Hat ragihandin otobês şewitî, di qezayê da jê 6 zarok 21 kes mirin û 27 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Kaşanê.