20 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
ŞAM
Li Şama paytextê Sûriyeyê muxalifan du herêmên ku ji hêla hêzên rejima Beşşar Esed va hatibûn dorpeçkirin û êrîşeke mezin lê dikirin, gihandin hevdu, lê pevçûnên di navbera muxalifan û hêzên rejimê de dewam dikin.
Artêşa Esed û komên terorîst ên biyanî yên alîgirê rejimê hin herêmên wek Geliyê Baradayê bi dest xistibûn.
Hêzên muxalif jî duh li herêmên wek Kabun, Tişrîn, Berze û Haresta, Duma, Sakba û Arbînê yên girêdayî Gutaya Rojhilat pêşva çûn û xwe gihandin heta taxa Kabunê.
Bi vî awayî Xutaya Rojhilat û Kabun bi xeteke zirav ve gihandin hevdu.
Li gor agahiya nûçegihanên AAyê yên li Şamê li ser xeta Xutaya Rojhilat û Kabunê pevçûn dewam dikin. Hêzên muxalif daxuyandin ku rejimê ji şev vir va 50 êrîşên esmanî li Xutaya Rojhilat û Cobarê kirine.
Di vê navberê de Feyleq er-Rahman, Ehraru’ş Şam û Heyeta Azadkirina Şamê (Heyeta Tehrîr Şamê) ya ku beşdarî operasyona duh bûbûn jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyandin ku wan beşeke mezin a herêma pîşesaziyê, fabrîkayên tekstîlê, îstgeheke ceyranê, qerajeke biçûk û fabrîkayeke televîzyonê yên di navbera Cobar û Kabunê bi dest xistine.
Eniya Fethiyê ya Şamê ya ku şaxa Eniya Nusrayê ye û di lîsteya rêxistinên terorî yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de ye xwe fesh kiribû û beşdarî Heyeta Azadkirina Şamê bûbû.
- Li hin cihên Şamê dorpeçkirin û tehcîr dewam dike
Li bajaroka Madayê, navçeya Zebadaniyê, kampa Yermukê û Xutaya Rojhilat dorpeçkirina rejimê dewam dike.
Dorpeçkirina li Geliyê Baradayê, El Talê û Sîrkayayê ji ber tundî û êrîşa rejimê piştî ku muxalifan terka herêmê kir, ji holê rabûbû.
Agirbesta ku bi garantoriya Tirkiye û Rûsyayê ve li Sûriyeyê di navbera aliyên pev diçin hatibû qebûlkirin, di 30ê çileya pêşîn de ketibû rewacê.
Hêzên muxalif ên ku garantorê wan Enqere ye dema ku rejim êrîş dike ji bo ku xwe biparêzin êrîşan dikin. Lê hêzên rejimê yên ku garantorê wan Moskova ye her tim agirbestê îxlal dikin. Muxalefeta leşkerî ji ber hinceta Rûsya û rejim guh nade agirbestê, beşdarî civîna dawîn a li Astanaya paytextê Qazaxistanê nebûbûn.