Muhammet Kurşun
20 Adar 2017•Rojanekirin: 21 Adar 2017
HEWLÊR
Mamosteyê Zanîngeha Selaheddînê yê beşa Têkiliyên Navneteweyî Şaxewan Mihemed, diyar kir ku armanca rêxistina terorî PKKyê parastina Hîlala Şiî ye li herêmê û loma jî arîkariyeke mezin ji hêzên şiî distîne.
Mihemed, di daxuyaniya xwe ya ji bo AAyê de ragihand ku şiiyên li Iraqê û hikûmeta Bexdayê rasterast an jî nerasterast piştgiriya PKKyê dikin.
Mamosteyê Zanîngehê Mihemed, der barê mijarê de wiha nirxandin kir:
"PKK ji bo li herêmê bikaribe li ser piyan bimîne ji şiiyan hem malî hem jî eskerî piştgiriyê distîne. Di miqabilî vê de wê li hemû deverên ku PKK lê bicih bûye ji bo projeya Hîlala Şiî bixebite û ewlehiya wê xetê pêk bîne."