Türkan Tosun
06 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
ANKARA
Rêxistina terorî PYD/PKKyê daxuyand ku ewê terka navçeya Minbicê ya ku li bakurê Sûriyeyê ye nekin.
Ji îna borî vir ve Rûsya û Emrîkayê der barê Minbicê de li dû hevdu daxuyanî dan. Piştî wan rêxistinên veşartî yên PYD/PKKyê jî daxuyaniyeke bi navê "Konseya Leşkerî ya Minbicê" dan.
Li gor vê daxuyaniyê rêxistin dê ji Minbic û der û dora wê dernekeve.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ewê Minbicê nedin rejima Beşşar Esed, artêşa Esed wê bi tênê di navbera hêzên Mertala Feratê û hêzên PYD/PKKyê de cihê xwe bigire.
Bi vî awayî rêxistinê li bakurê Minbicê bi sînorê Emrîkayê, li rojava û başûrê Minbicê jî bi sînorê hêzên rejimê ve wê xwe biparêze.
Di daxuyaniyê de behsa rola hêzên koalîsyonê ya navneteweyî ya ku serkêşiya wê Emrîka dike û behsa tundiya Operasyona Mertala Feratê ya ku zêde dibe hat kirin.

- Rûsyayê lihevkirin eşkere kiribû
Sererkaniya Rûsyayê daxuyandibû ku hêzên li Minbicê wê navçeyê teslîmî rejima Esed bikin.
Çavkaniyên li Minbicê agahî dan AAyê û gotin ku hêzên rejimê 3 gundên li ser sînor ji PYD/PKKyê dewr hildan, lê bi tevahî hê li ser xeta Artêşa Sûriyeya Azad-PYD-PKKyê bi cih nebûn.
Rayedarên Emrîkayê jî duh vê nûçeya AAyê piştrast kiribûn.
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî jî hêzên taybet ên Emrîkayê li herêma Eyn Dadatê ya ku li bakurê Minbicê ye bi cih dibe.
Niha hêzên rejimê başûr û başûrê rojavayê Minbicê, Emrîkayê jî bakurê Minbicê dorpeç kiriye.