Muhammet Kurşun
06 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
HEWLÊR
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed, rexne li rêxistina terorî PKKyê girt û got: "PKK rêzê li qanûnên Kurdistanê nagire. Hemû edebiyata PKKyê bixwînin, ew îtirafa hebûna Herêma Kurdistanê nake."
Piştî civîna digel şandeya Yekgirtûyê Mehmûd Mihemed, civîneke çapemeniyê li dar xist li ser rojevê nirxandin kirin.
Mihemed li ser kêşeya Şengalê û tevgerên PKKyê li wê deverê wiha nirxandin kir:
"Şengal beşek ji Herêma Kurdistanê ye. Divê li gor qanûnên Herêma Kurdistanê û Iraqê were birêvebirin. Çi partî û hêza li herêmê hebe divê pabendî qanûnên Herêma Kurdistanê bin. PKK rêzê li qanûnên Kurdistanê nagire. .Ji niha û pê de jî dê negire. Hemû edebiyata PKKyê bixwînin, ew îtirafa hebûna Herêma Kurdistanê nake. Baweriya wê bi hilbijartin û dezgehên meşrû yên Kurdistanê tune."
Herwiha Mihemmed xwest ku PKK Şengalê bi temamî vala bike û wiha axivî:
"PKK sedemê avanebûna Şengalê ye. Mewcûdiyeta PKKyê nakokiyên Şengalê dê dirêjtir bike. Ya baş ew e ku PKK herêmê bi temamî vala bike. Heqê wê tuneye ku îşkenceyê li xelkê bike."